DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Guven: Azadiya Ocalan ronahiya Rojhilata Navîn e

 
2 Îlon
09:03 2016

BÎLAL GULDEM/VEDAT DAG

AMED (DÎHA)
- Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku ji ber Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan xeta gelê kurd a sor e wan pêwîstî bi biryara çalakiyek wiha dîrokî dîtiye û got ku rewş û jiyana Ocalan ji bo wan û gelê kurd girîng e û ji bo azadiya Ocalan mirin dane pêş çavê xwe. Guven destnîşan kir ku Ocalan tenê dikare qeyranên li Rojhilata Navîn bi dawî bike û wiha got: “Hebûna Ocalan ji bo Rojhilata Navîn ronî bûn e û tunebûna wî jî tarî bûn e.” Guven banga çalakiyê li hemû derûdoran kir û xwest bên li dora çalakiyê bibin yek.

Ji bo agahî ji Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bê girtin û bigîjîje azadiya xwe, hevparên siyaseta kurd ên wek HDP, DBP, KCD, HDK'ê li Amedê deklarasyona dîrokî parve kir. Di aşkera kirina deklarsyonê de biryara çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat girtin û dê ev çalakî bi 50 siyasetmetdaran destpê bike. Ev 50 siyasetmedar xwe amade dikin ku dê 5’ê Îlonê de dest bi çalakiyê bikin. Rojeva vê çalakiya tenê rewşa Ocalan e. Hevseroka Kongreya Cikava Demokratîk (KCD) Leyla Guven têkildarî naverok û armanca deklarasyona dîrokî ji DÎHA’yê re axivî.

‘Niha jî dora me ye’

Guven diyar kir ku ji bo ew agahî ji Ocalan bigirin pêwîstî bi çalakiyek wiha dîrokî dîtine û got ku ji ber Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e, ew neçarin ku agahî jê bigirin û rewşa wî hîn bibin. Guven anî ziman ku Ocalan rêberek ku bi sedan mirov ji bo wî bedena xwe dane ber agir û wiha got: “Birêz Ocalan ji bo xizmeta aştî, demokrasiyê, nirx û çanda gelan li berxwe da û di nav têkoşînê de ye. Ji ber vê yeke jiyana Ocalan ji bo gelê kurd gelek girîng e û bi wate ye.” Guven da zanîn ku ligel hemû hewldanên wan bû salek û 5 meh ji Ocalan agahî nayê girtin û got ku ew ê bi vê biryargirê çalakiyê hemû awiran bizivirînin ser rewşa Ocalan. Guven da zanîn di 2012’an de ev peywîra girtiyê zîndanan dane ser milê xwe û got ku niha jî nexwestine barê heman çalakiyê bidin ser girtiyan. Guven aşkere kir ku ew ê bi 50 siyasetmedarên ji saziyên cuda starta çalakiyê bidin û got ku ji niha ve ji bo çalakiyê serlêdanek bi sedan kesan pêk hatine.

‘Bila guh bidin deklarasyonan’

Guven deklarasyona dîrokî ya KCK’ê jî bi bîr xist û got ku hewceye hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê ji bo aştî û demokrasiyê destek hem bidin daxuyaniya KCK’ê û hem jî ya siyaseta legal a kurd. Guven anî ziman ku pêwîst e tenê ne sazî, dezgeh û gel piştgirî bide vê daxuyaniyê, pêwîst e dewlet û hikûmet jî qedrê daxuyaniya KCK’ê baş bizanibe. Guven got ku ji bo Ocalan li derve xebatên muzakereyan û aştiyê bide meşandin û bigîhîje azadiya xwe ev dema çalakiyên bi vî rengî ye.

‘Bila Tirkiye bi agir neleyîz e’

Guven destnîşan kir ku tenê rojevek wan a li Bakurê Kurdistanê heye ew jî azadiya Ocalan e û wiha got: “Naveroka daxuyaniya me jî tene rojevek wê heye û ev jî azadiya Ocalan e. Em rewşa Birêz Ocalan bi ser hemû mijaran ve dibînin. Daxwaza daxuyaniya me ew e ku em agahî ji Ocalan bigirin. Heya agahî ji rewşa Ocalan neye girtin dê çalakiyên me ya greva birçîbûnê bidome. Em dizanin ku di vê riyê de mirin jî heye, lê belê me ev mirin daye ber çavên xwe. Em dikarin jiyanê bidin rawestandin û canê xwe di vê riyê de bidin, lê divê ku tiştek bi rêberiya gel neyê. Tirkiye jî vê yekê baş dizene, pêwîst e bi agir neleyîze û aqilê xwe bide serê xwe.”

‘Em bo azadiya Ocalan ji berdêlê re amade ne’

Guven bi lêv kir ku li seranserî Kurdistan û cîhanê daxwaza gelê kurd a ji bo Ocalan pir zelal e û wiha pêde çû: “Ev daxwazî jî azadiya Ocalan e. Ev daxwazî ne tiştekî ku Tirkiye nikare pêk neyne ye jî pir bi hêsanî dikare vê daxwazê bîne cih. Tirkiye dixwaze bi tecrîda li ser Ocalan welat bixe nav qeyranê. Heke berdêl ji me dixwazin em pir bi hêsanî dikarin ji bo rewş û jiyana Ocalan bedel bidin.”

‘Ocalan tenê dikare dawî li qeyranê bîne’

Guven destnîşan kir ku tenê Ocalan dikare qeyrana li Rojhilata Navîn pêk tê xelas bike û wiha axivî: “Felsefeya Birêz Ocalan li seranserî Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye qebulkirin. Hemû tiştên ku li pêşiya xwe dibine dikevin dewrê. Ew zû pêşiya xwe dibîne. Birêz Ocalan zanyar û fîlozofek mezin e. Kurd jî vê yekê baş dizanin û jiyana wî gelek girîng e. Hebûn û tunebûna kurdan girêdayî Birêz Ocalan e. Bi felsefeya xwe kurdan ji nû ve derxist ser rûpelên dîrokê. Hebûna wî ji bo Rojhilata Navîn ronî bûn e û tunebûna wî jî tarî bûn e."

Guven di dawiya axaftina xwe de bang li hemû derdoranên demokratîk, gelê kurd û hemû gelên li Tirkiyeuê jî kir bila bên di çalakiya wan de bibin yek û bal kişand ser serdegirtina polîsan a avahiya KCD’ê û serdegirtinê wek bêhiqûq pênase kir.

(bg/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN