DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Kî aştiyê pêş bixe em li cem wan in'

 
1 Îlon
14:53 2016

STENBOL (DÎHA) - Nûnerên EHD, ODP û BHH'ê piştî deklerasyona siyasetmedarên kurd a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 31'ê Tebaxê de li Amedê aşkere kirin, diyar kirin ku kî aştiyê bilind bikin ew li cem wan in û wiha gotin: "Ev bang ji bo em bi hevre aştiyê bilind bikin e. Ocalan yek ji milê herî girîng ê aştiyê ye. Ji bo vê yekê divê bi zelalî hevdîtin bên kirin.

Hevserokên KCD, HDK, KJA, HDP û DBP'ê û nûnerên saziyên civakî yên kurd li gel bijartiyên kurd di 31'ê Tebaxê de deklerasyon bi raya giştî re parve kirin û diyar kirin ku ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û hevdîtin bê kirin dê di 5'ê Îlonê de bi koma 50 kesan çalakiya greva birçîbûnê bidin destpêkirin. Daxuyanî bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin. Saziyên Stenbolê jî piştgirî dan. Endamê lijneya serokan a ODP'ê Alper Taş, diyar kir ku berî her tiştî çalakiyek bi vî rengî wan xemgîn dike. Taş, anî ziman ku li ser Ocalan tecrîda bê heq û hiqûq tê meşandin. Taş, anî ziman ku divê her kes avekê li vî agirî bike û wiha got: "Ji bo ev agir bê vemirandin û aştî pêş bikeve divê berî her tiştî Ocalan bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Divê hikûmet vê polîtîkaya xwe biguhere. Divê heyetek biçe Îmraliyê û hevdîtin pêk bîne."

'Milê herî girîng Ocalan e'

Endamê Lijneya Rêveber a Tevgera Hêzên Hevpar (BHH) Erkan Baş jî anî ziman ku Tirkiye roj bi roj ber bi rojên xerab ve diçe. Herî zêde kedkar û karkerên kurd û tirk dikevin bandora vê yekê. Aştî ji bo hemû gelê Tirkiye lazim e. Ji bo aştiyek mayinde pêk bê divê her kes karibe aşkere hevditin bike. Baş, da zanîn ku ev bang ji wan dixwaze ku bi hevre li aştiyê xwedî derkevin û bilind bikin.

Seroka Giştî ya Partiya Tevgera Kedê (EHP) Sibel Uzun jî anî ziman ku Tirkiye hem bi polîtîkayên navxweyî û hem jî bi polîtîkayên derve Tirkiye dixe nava şerekî kûr û wiha got: "Tirkiye ji ber polîtîkayên xwe meclîs hikmê wê nemaye. Qesr hikmê xwe serdest dike. Em dê heta dawî li pey daxwazên gelê kurd ên ji bo hevditina bi Ocalan re bin. Ji bo aştiyek mayinde divê demek berî demekê bi Abdullah Ocalan re hevditin bê kirin. Ji bo di vê pêvajoyê de aştî bi ser bikeve em dê bi her awayî têbikoşin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN