Bermahiyên dîrokî jî di lêhiya li Çinê de zerarê dibînin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Berhemên dîrokê yên Çiyayê Helanê ya li Herêma Xweser a Ningxîa Huî ya Çînê, ji ber lêhiyê bi tunebûnê re rû bi rû man.
Di demên dawî de li Çînê ji ber bahoz û lêhiyê li welat karesatek tê jiyîn, di van karesatan de ne tenê jîngehên herêmê, di heman demê de gelek berhemên dîrokî jî zerareke mezin dibînin. Li gorî nûçeya Arkofîlî yê, gelek berhemên dîrokê yên Çiyayê Helanê ya li Herêma Xweser a Ningxîa Huî ya Çînê, di lêhiyê de zerareke mezin dibînin. Wêneyên li ser zinarên herêmê hatine xêzkirin, her roj jê diçin di demên pêş de dê ji holê bên winda kirin. Ji ber lêhiyê gelek wêne di demên dawî de jê çûne.
Li herêma mijara gotinê 6 hezar xêzên li ser zinaran hatine kifşkirin, gelek ji van xêzan qeydên wan hatine kirin lê hêj bi sedan xêzên ku nehatine qeydkirin li herêmê hene. Li gorî lêkolînan ev herêma dikeve bakurê Çiyayê Helenê, qasî 20 hezar xêz hatine dîtin.
Midûrê Îdareya Wêneyên Zinaran a Çiyayê Helenê, der barê rewşê de axivî û diyar kir ku sedema taxrîbata xêzan zêdehî ji ber bahoz û lêhiya di demên dawî de li herêmê radibe ye. Ji ber lêhiyê zerareke mezin di xêzan de daye vekirin.
Li gorî lêkolînan ev xêzên herêmê di navbera salên Merî Zayînê 8 hezar û Berî Zayînê hezar salî de ji hêla çandên herêmê ve hatine xêzkirin.
(ms)