DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Koçyîgît: Li ser destkeftiyên kurdan bazarê dikin

 
31 Tebax
14:56 2016

ÎZMIR (DÎHA) - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît, aşkera kir ku bi dagirkeriya Cerablusê re konsepteke nû hatiye destpêkirin û aşkera kir ku li ser destkeftiyên kurdan bazarek tê kirin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyîgît, der barê deklarasyona KCK'ê, piştî wê pêkhatina komkujiya Dîlokê û dagirkeriya artêşa tirk a Cerablusê de nêrînên xwe parve kir. Koçyîgît, bi lêv kir ku hikûmeta AKP'ê li dijî destkeftiyên gelê kurd şer daye destpê kirin.

Koçyîgît li serhevkariya AKP, CHP, MHP û Ergenekonê, piştî wê avakirina "Eniya Mîllî" jî rawestiya û piştrast kir ku ev dijminatiya li dijî gelê kurd dide nîşa nû wiha axivî: "Dema li vî şerî bê mêze kirin çiqas tişt ji me biriye, wê demê em ê qîmeta aştiyê bizanibin. Lê mixabin dewlet, hikûmet û muxalefeta ku vê yekê binirxîne li holê tune."

Koçyîgît bil kişand ser dekolarasyona KCK'ê jî û destnîşan kir ku KCK bi zelalî tîne ziman ku heke AKP ji aştiyê re amade be, em dikarin di nava mehekî de aştiyê pêk bînin û wiha pêde çû: "Pêkhatina aştiyê tê wateya dê leşker, polîs û gerîla li vî welatî jiyana xwe ji dest nedin. Lê Tirkiye nû ji derbeyê derketiye, ji bo wê jî hem TSK û hem jî hemû hêzên dewletê bêhêz ketine û derûniya wan rûxiya ye. Dema li vê peyama dîrokî jî bê mêzekirin ev bang gelekî bi nirx e."

Koçyîgît da zanîn konsepteke nû li Rojhilata Navîn dixin dewrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê em lîstikên DYA û hêzên navneteweyî li vir bibînin. DYA demek dirêj e dixwaze Tirkiye li dijî DAIŞ'ê têbikoşe. Dîsa Rûsyayê hewl da gelek belgeyên hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) bike, lê di xala ku em îro hatinê konseptek di dewrê de ye. Tirkiye ji vê konseptê re razî bû. Rêveçûna bi Esad re razî bû, ji Rûsyayê lêborîn xwest. Tirkiyeyê di gelek xalan de paşve gav avêt. Ji ber paşve gav avêtina Tirkiyeyê, pêşî li hevabûna Afîn û Kobanê hat girtin. Di vê çarçoveyê de bazarek hat kirin. Di vir de DYA vê lîstokê dileyze, dixwaze di qadê de OSO û YPG'ê bîne hemberî hev û hêza wan di kontrola xwe de bigire."

'Em deyndarê YPJ'ê ne'

Koçyîgît aşkera kir ku ev hişmendiya reş ji hêla mêrê serdest ve ketiye dewrê, li dijî hovên wekî DAIŞ'ê ên di serdema navîn a Rojhilata Navîn de mane, di serî de YPJ û gelê kurd têkoşînê dide meşandin. Koçyîgît got ew deyndarên YPJ'ê ne û şoreşa Rojava jî wekî "Şoreşa Jinê" pênase kir.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN