DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

PYD: Dewleta tirk naxwaze gelê heremê bibe îrade

 
31 Tebax
11:22 2016

ERDOGAN ALTAN

KOBANÊ (DÎHA)
- Endama Rêveberiya Navendî ya PYD'ê Dîlber Yusif, diyar kir ku armanca dewleta tirk û OSO ewe ku PYD' gelê herêmê nebe xwedî îrade. Yûsif, da zanîn ku PYD partiyeke siyasî ya di nava MSD'ê de ku hemû pêkhateyên Suriyê di navê de xwedî îradeye û tu hêza wê ya leşkerî tune ye.

Endama Rêveberiya Navendî ya PYD'ê ya li Kantona Kobanê Dîlber Yusif, derbarê daxuyaniyên dewleta tirk a her tim PYD'ê hedef digire, dagirkirina Cerablus, qetilkirina hemwelatiyên Rojava ên di êrîşên leşkerên tirk ên li ser sînor, lêkirina dîwarê şermê ya di sînorê Kobanê de, ji DÎHA'yê re nirxand. Yusif, diyar kir ku armanca dewleta tirk a ewqas PYD'ê wekî 'teroristî' dixe bin tometê ew e, ji îradebûna gelê Suriyê ditirse ye.

'Dagirkirina Cerablus dewirteslîm e'

Yusif, di destpêka axaftina xwe de balkişand ser dagirkirina Cerablusê ya ji hêla leşkerên Artêşa Tirk û çeteyên girêdayên wî û diyar kir ku dewleta tirk qaşo ji bo li hemberê çeteyên DAIŞ'ê dest bi hewildana dagirkirina Cerablusê kir lê her kesî jî dît ku armanc ne çeteyên DAIŞ'ê ye, armanc li hemberderketina deskeftiyên gelên Rojava ye û wiha got: "Yanî bi derbasbûna wan re tu şer û pêvçûneke wan a li hemberê DAIŞ'ê çênebû. Li ser esasê xwe lihevkirinê derbasbûn û tu guleyek li hemberê hev neteqandin. Yanî gelo maqule ku DAIŞ'ê ku ewqas salan di wir de cihê xwe çêkiriye, di nava du seatan de hemuyan bikûjin û ji wir derxin. Eger lihevkirinek tunebe ev ne mimkun e. Li Minbicê operasyona rizgarkirinê du meh û nivan berdewam kir. Piştre DAIŞ hat paqijkirin. Hema ew dewleta tirk hat û bi wan çeteyên girêdayên xwe re di nava çend seatan de wir girt, ev yek dewir teslîm e ji bilî wê navê wê tune ye."

'Cudahiya çeteyên Cerablus dagirkirin û DAIŞ'ê ji hev tune'

Yusif, da zanîn ku ew hêzên ku bi dewleta tirk re Cerablusê dagir kirin, wek El Nusra, Ehrar El Şam, hêzên di nava OSO de hemû li heremên Şehbayê pêkanînên ku çeteyên DAIŞ'ê bi serê gelê heremê tanî dikirin, an go tu ferqa xwe ji çeteyên DAIŞ'ê tune ne. Yusif, wiha berdewam kir: "Yanî ev hemû komên çete ku divê li hemberê wan têkoşîn bê dayîn in. Ji ber tiştên bi serê gelê heremê kirine ne kêmê çeteyên DAIŞ'ê ne, ew jî kiryarên terorîstî dikin. Yanî dagirkirina Cerablusê armanca xwe li hemberê deskeftiyên gelê heremê ye. Niha dewleta tirk dijminatiya xwe li hemberê Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) tîne ziman, niha ew cihên ku êrîşê wir dike, ne hêzên YPG'ê heye ne yê QSD'ê heye, hêza meclîsa ku ji zarokên wî heremî pêk tê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê ne. Her wiha niha di sînorê Minbicê de jî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heye. Erê rast e ji hêla QSD'ê ve destekdayînek heye lê tenê ewqas."

'PYD hêzek siyasî ye'

Yusif, destnîşan kir ku li Minbicê û Cerablusê hêzên leşkerî yên aydî meclîsên wan hene û wir diparêzin in. Yusif, balkişand ser daxuyaniyên hikumeta AKP'ê û Serokomar Erdogan ên der barê PYD'ê de wiha got: "Niha dibêjin em êrîşê PYD'ê dikin. PYD ne hêzeke leşkerî û çekdarî ye. Her kes jî dizane û dewleta tirk bixwe jî dizane em hereketekî siyasî ne, dewleta tirk her carê bi awayên cuda îtham dike. Em partiyeke siyasî ne. Em ji bo pirsgirêka kurd, her wiha bi tevahiya Suriyeyê projeyên çareseriyê datînin. Niha jî projeyên me yên çareseriyê hene ji bo hemû pêkhateyên li Suriyê dijîn. Hem di hêla navneteweyî de hewildanên me ji bo çareserkirina pirsgirêka Suriyê yên di asta jor de hene. Her wiha daxwaz û hewildanên me yên ji bo tevlî civîna Cinewê bibin jî hemû derdê me ev bûn. Yanî ji bo çareserkirina pirsgirêka li Suriyê ye. Lê na dewleta tirk û dewletên pê re ketine îtîfaqê dixwazin asteng bikin, dîsa bi êrîşên xwe yên li ser gelên Suriyê ew qrîza heyî dixwazin kurtir bikin. Ev yek nayê qebûl kirin. Niha jî dewleta tirk tu şerekî wî ya bi DAIŞ'ê re tune ye, hemû derdê wî deskeftiyên Rojava, Xweseriya Demokratîk û pergala federasyona demokratîk e. Ev proje jî projeya Meclîsa Suriya Demokratîk (MSD) ku hemû pêkhate di navê de cih digirin û em jî wek e partiyeke siyasî di navê de cih digirin e. Ev proje jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Suriyeyê ye, ne perçekirin e. Ji ber vê ev nêzîkatiyeke nayê qebûlkirin e. Hêzeke me ya leşkerî tuneye, bes hêzeke li ser erdê, ji bo parastina gelê heremê heye, em jî partiyeke siyasî, wek gelên li Suriyê, ew hêzên ku bi rastî parastina hemû pêkhateyên Suriyê dike, piştgiriya wan dikin û wan qebûl dikin e. Em vê nêzîkatiya dewleta tirk a ku me dixe bin tohmetê tu caran qebul nakin û em dê li hember vê nêzîkatiyê heta dawî têkoşînê bikin."

'Tu hêzeke rejîma Esad li Kobanê tune ye'

Yusif, balkişand ser çêkirina dîwarê şermê ya li ser sînorê Kantona Kobanê û hemû êrîşên dewleta tirk a li ser sînorê Rojava û wiha pê de çû: "Niha yên pêkanînên terorîstî dikin ew bi xwe ne. Bûyerên di demên dawî de diqewimin, sivîl tên qetilkirin, ne bes e li hemberê sivîlan çekên kîmyewî bikar tînin. Hemû cîhan vê yekê dibîne, divê ev neyê qebûl kirin. Rast e rast axa Suriyê dagir dike. Niha jî em dinêrin, ev dîwarê ku li ser sînorê ku hewil didin di nava axa Kobanê de dîwarê lê bikin. Ev hewildana dagirkeriyê ye, ev hewildana hemberê deskeftiyên Rojava ye. Dema vê yekê jî dike dibêje 'me ji Şamê destur girtiye'. Yanî ji rejîma Esadê ku bi salan e Esad wek e hovane, dijmin didît, lihevkirine. Yanî dixwaze bibêje 'em rêveberiya ku niha li Kobanê heye nasnakim' rast e rast bi rejîma Esad re. Ma tu hêz û leşker an jî rayedarekî Şamê an jî rejîma Esad li vir heye? Na tune ye. Her kes jî dizane rêveberiyeke Kantona Kobanê heye, êrîşek, an jî dagirkirineke li hemberê axa Kobanê çêbibe, muxatab ev rêveberiya hêzên di Kobanê de ye, parastina xwe jî dê ew bixwe bikin. Em vê nêzîkatiyê qebul nakin, ji ber yê niha vir diparêze, hêza parastina Kobanê ye. Yanî ev siyaset û êrîşên pêk tîne ji Efrînê bigire, Cerablusê, Kobanê, Girê Spî, Dirbêsiyê, heta Dêrik û Endewarê êrîşên li hemberê deskeftiyên Rojava ye. Yanî îro êrîşî vir dike dê sibê êrîşê Şamê jî bike, pêwîst e rejîma Esad jî li hember vê raweste, bêdeng nemîne û vê yekê qebul neke. Lê na ji ber ku her du rejîmên ku di siyasetê de dijminatiya hev dikin, hevpeymanan bi hev re datînin, lêstikên wan hene li hemberê gelê Rojava."

'Hemû pêkhateyên heremê ji dewleta tirk nerazî ne'

Yusif, destnîşan kir ku hemû pêkhate, gelên çi li Rojava çi bakurê Suriye heta tevahiya Suriyê ji nêzîkatiya dagirkirina dewleta tirk û çeteyên girêdayên wî nerazîn e û aciz in û wiha axivî: "Hemû pêkhatiyên li Tişrînê, Minbicê, Cerablûs û herêma Şehbayê naxwazin û qebul nakin ku dewleta tirk wer e cih û warên wan dagir bike. Êdî dem jî ne dema berê ye ku dewleteke din wisa rehetî wer e axeke din dagir bike, kes vê yekê qebul nake. Niha gelê Minbicê ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ'ê bêzar bûn, bangewazî li QSD'ê kirin ji bo wan rizgar bikin, hêzên ku ji Minbicê ne li hev civiyan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û meclîsa gel ava kirin û rizgar kirin, niha li Minbicê gel bi îradeya xwe bi hêza xwe re bajarê xwe birêve dibin. Ji ber ku ew xwedî mafe dê xwe çewa, bi kîjan sîstemî xwe birêve bibe, biryar bide ye. Dagirkirina bajarê Cerablusê ya ji hêla dewleta tirk û çeteyên girêdayên wî li hemberê pergala federasyona demokratîk a bakurê Suriyê ye, gelê heremê di vê pergalî de biryara xwe dane, dibêjin em dê bi riya meclîsa xwe bajarê xwe birêve bibin. Ev dagirkirina dewleta tirk li hemberê van biryaran e."

Yusif, destnîşan kir ku tirsa bi taybetî dewleta tirk û rejîmên din ew e ku gelên heremê bibin xwedî îrade û hewceyî bi tu dewletî nebînin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çawa piştî rizgarkirina bajarê Minbicê bi lihevkirinekî êrîşê Hesekê kirin, dîsa dewleta tirk li seran serê sînorê Rojava êrîşan pêk anî, bi lez û bez ketina Cerablus û dagirkirin, vê yekê ji gelê heremê re dibêjin 'em ê nehêlin hûn bibin rêveberî. Em dê nehêlin hûn bibin xwedî statû.' Niha dibêjin em li dijî YPG'ê û PYD'ê ne. Tirsa wan a esasî gelê heremê dibin xwedî îrade ya bixwe biryara xwe bidin e. Tirsa esasî ya hemû êrîş û dagirkerkirina wan ev e."

(ea/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN