Polîtîka Tirkiye dê şerê navxweyî kûr bike
ENQERE (DÎHA) - Prof.Dr. Ahmet Ozer polîtîkayên Tirkiye yên li ser Cerablusê nirxand û diyar kir ku Tirkiye polîtîkayên "Bila kurd dayikên xwe nebînin" dimeşîne û wiha got: "Ev polîtîka dê bêtir pirsgirêkên li Tirkiye kûr bike. Ger ku Tirkiye çareseriyê dixwaze divê berî her tiştî pirsgrêka xwe ya navxweşî çareser bike. "
Prof. Dr. Ahmet Ozer, hewldan û polîtîkayên Tirkiye yên li Cerablus û Rojava nirxand û diyar kir ku polîtîkayên Tirkiye çareseriyê bi xwe re nîne. Ozer, diyar kir ku tirk li ber îdamê jî naxwazin kurd dayika xwe bibînin. Ozer dagirkirina Cerablusê bi bahaneya DAIŞ'ê dixwaze destkeftiyên kurdan talan bike û DYA jî bi awayekî biçûk piştgiriyê dide. Ozer, destnîşan kir ku ji destpêkê heta niha polîtîkayên Tirkiye yên li Sûriye û Rojava şaş in û wiha got: "Divê êdî Tirkiye dest ji dijminantiya kurdên Suriyê bêrde. Divê Tirkiye bi kurdan re îtîfaqê ava bike û wan qebûl bike. Ger ku Tirkiye dijberî wê tev bigere dê têkeve nava şerê navxweyî. Divê Tirkiye dest ji van polîtîkayên xwe berde."
Ozer xwest Tirkiye kurdan wekî muttefik bibîne û li dijî DAIŞ'ê şer bike û wiha berdewam kir. "Nêzîkatiya Tirkiye ya li hemberî kurdên rojava berê li hemberî kurdên Başur jî heman tişt bû. Lê îro bi kurdên Başur re muttefikin. Tirkiye piştî Almanyayê bi 12 milyar dolaran li wir bazirganî kiriye.
Ozer, anî ziman ku polîtîkayên li dijî Kurtên Tirkiye ji sedî 90 bi kurdên Rojava ve girêdayî ye. Ozer, bibîrxist ku di dagirkeriya Tirkiye ya Cerablusê de rola DYA û Rûsya jî heye û wiha got: "DYA û Rusya du welatên emperya in. Hêzên emperyal her dem li berjewendiyên xwe difikirin. DYA'yê li dijî DAIŞ'ê piştgirî da kurdan. Piştgiriyê dide operasyonên Tirkiye. Joe Biden hat Tirkiye û got hebûna kurdan a li Rojavayê Firatê nayê qebûlkirin.
Ozer, herî dawî xwest Tirkiye berî her tiştî pirsgirêka nava xwe çareser bike.
(mae)