DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Li dijî îttîfaka Yenîkapiyê 'Yekitiyê Hêzê'

 
31 Tebax
09:11 2016

ENQERE (DÎHA) - Hevserokê KESK'ê Lamî Ozgen, bal kişand ser îttîfaka Yenîkapiyê û diyar kir ku bindest hedef hatine girtin, dê bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya ji hêla Yekitiya Hêzê ve hatiye destpêkirin, dê li dijî vê eniya mîllî bisekinin. Ozgen aşkera kir ku ew dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de çalakiyên girseyî pêk bînin.

Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Lamî Ozgen der barê Ji Bo Ked û Demokrasiyê Yekitiya Hêzê de axivî. Ozgen aşkera kir ku ew jî hevkarekê Yekitiya Hêzê ne û di vê der barê de nêrînên xwe ji DÎHA'yê ra parve kir.

'Li dijî faşîzmê Yekitiya Hêzê ava bû'

Ozgen destnîşan kir ku ji bo Yekitiya Hêzê ava bibe, ew demek dirêj di nava lêgerînê de ne û ev tişt got: "Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê şerekî topyekûn hat destpêkirin. Bi vî şerî re zextên otorîter ketin dewrê. Qedexeya derketina derve û bi komkujiyên li dijî kurdan re xwestin faşîzmê bi sazî bikin. Li dijî vê hemû hêzên hatine wêderkirin û muxalîf pêwîsî bi têkoşîneke hevpar hat dîtin. Ji ber ku di pêvajoyên faşîzan de, serdest dibêjin 'an tu aliyê min î an jî yê din.' AKP û Serokomar jî ev salek e vê yekê dispêrin."

'Bi şer re polîtîkayên dijî kedê ketin dewrê'

Ozgen diyar kir ku bi destpêkirina şer re polîtîkayên dijî kedê jî yek bi yek ketine dewrê û wiha pêde çû: "Di nava salekî de polîtîkayên neo-lîberal di hemû qada jiyanê de pêk anîn. Bi vê re pergala koletiyê spartin kedkaran. Em qala şertên bê ewle û sist ên kar dikin. Ji ber van polîtîkayan her roj karker jiyana xwe ji dest didin."

Li dijî Yenîkapiyê Yekitiya Hêzê

Ozgen piştî hewldana derbeyê, îlan kirina OHAL'ê û derxistina Biryarnameyên Hukmên Qanûnî jî nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gotin 'derbe hat tepisandin, demokrasî bi ser ket' lê mekanîka derbeyê li dijî karkeran di dewre de ye. Şerten faşîzmê berdewam dikin. Hemû mafên meyên makeqanûnî û azadiyên me ji holê hatine rakirin. Li hemberî van hemûyan, tê dîtin ku têkoşîna parçeyî nagihêje armanca xwe. Ji bo vê jî pêwîstî bi Yekitiya Hêzê hat dîtin."

'Me bangî Kiliçdaroglu kir'

Ozgen got ku "Dê îttîfaka Yenîkapiyê zêde berdewam neke" û der barê CHP'ê de jî ev tişt anî ziman: "Dema li vê rêveçûnê bê mêze kirin, di CHP'ê de ber bi jor ve bertek xwe didin nîşan. Me di pêvajoya Yekitiya Hêzê de di asta herî roj û navenda giştî de CHP jî dawet kir. Qasî hefteyek berê em wekî DÎSK, KESK, TMMOB û TTB me bi Birêz Kiliçdaroglu re hevdîtin pêk anî û me diyar kir ku îttifaka Yenîkapiyê li dijî bindest û kedkaran e, dê ev îttifak gelek mafan ji holê bide rakirin. Me ev yek pêre parve kir. Me xwest Birêz Kiliçdaroglu tevli Yekitiya Hêzê bibe."

Ozgen da zanîn di navbera rêveberiya navendî ya CHP'ê û rêvberiyên herêmî de cudahiyeke mezin heye û aşkera kir ku rêveberiyên herêmî yên CHP'ê dê di Yekitiya Hêzê de cih bigirin.

Dê Yekitiya Hêzê berfireh bibe

Ozgen derbirî ku Yekitiya Hêzê herî zêde li ser saziyên navendî bi pêş dikeve û di vê der barê de jî ev agahî dan: "Dê di pêvajoya duyemîn û sêyemîn de hêj zêdetir sazî tevli Yekitiya Hêzê bibin. Di heman demê de hevgirtiyên Yekitiya Hêzê yên herêmî tên avakirin. Dê lingên bajaran ên herêmî bên ava kirin. Di gelek saziyan de navend tune. Dê li herêmê bi rêxistin bibin. Bi tevli kirina saziyên herêmî re dê Yekitiya Hêzê bê mezin kirin. Dê bi 20 saziyên hatin gel hev re neyê sînor kirin."

Di 1'ê Îlonê de li qadan in

Ozgen di dawiya axaftina xwe de aşkera kir ku dê Yekitiya Hêzê cara yekemîn bi fîlama, al û metna xwe, pankarta hevpar, di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li qadan be. Ozgen anî ziman dê li Îzmir, Enqere û Stenbolê çalakiyên girseyî li dar bixin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em dê bi hev re hemû daxwazên xweyên wekhevî, azadî, aştî, edalet û layîkî li qadan bînin ziman. Li gorî van daxwazan em dê çalakiyan li dar bixin. Em dê êrîşên otorîter ên li kuçeyan berovajî bikin. Em dê daxwazên xweyên aştiyê yên li dijî şer, di rojên pêş de diyar bikin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN