DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

‘Dixwazin destkeftiyên jinan teslîmî DAIŞ’ê bikin

 
31 Tebax
09:11 2016

ÎZMIR (DÎHA) - Jinên Îzmirê bertek nîşanî operasyona TSK'ê ya bi îdiaya li dijî DAIŞ'ê daye destpêkirin dan û diyar kirin ku TSK bi îdiaya li dijî daşê têdikoşe, lê li dijî Rojava şer daye destpêkirin. Jinan da zanîn tê xwestin destkeftiyên jinan teslîmê DAIŞ'ê bikin.

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi îdiaya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê, li dijî destkeftiyên gelên Rojava şer da destpêkirin, jinên Îzmirê bertek nîşanî operasyona TSK'ê da û diyar kirin ku Rojava destkeftiya gelê kurd û hemû şoreşgerên enternasyonalîst e, tê xwestin Rojava ji DAIŞ'ê xwedî hişmendiya mêr re bê hiştin.

Endama Partiya Şereşgerên Yekgirtî Xezal Dallan aşkera kir ku TSK bi şerê Cerablusê re bi awayekî fîllî tevli şer bûye. Dallan bi lêv kir ku navê operasyonê wekî "Mertalê Firatê" danîn jî dijberiya YPG'ê dide nîşan û ev tişt got: "Rayedarên hikûmetê bi daxuyaniyên dayîn de jî bi vekirî anîn ziman ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbasî rojhilatê Firatê bibe. Bi vir de jî tê dîtin hedef derskeftiyên jinan e."

Dallan bi ser bexwedana YPJ'ê jî rawestiya û piştrast kir ku YPJ têkoşîna şoreşga enternasyonalîst a jinê ye û di riya azadiyê de gavên dîrokî davêşe û wiha axivî: "Hêzên serdest ji destkeftiyên jinê re tehmula wan tune. Di axa Rojava de keda Eylem Ataş jî heye, bi mehan e cenazeyê Ataş li ser sînor tê rasestandin, tê xwestin Rojava ji DAIŞ’ê re bihêlin."

Endama Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Guzde Kililçelîk jî destnîşan kir ku şoreşa jinê ya li Rojava, di aliyê azadî û vîna jinê de xwedî têkoşîneke bêhempa ye, tevlibûna Tirkiyeyê ya di şerê li Sûryeyê de jî wekî dijberiya li dijî şoreşa jinê pênase kir. Kizilçelîk got ku ev hişmendiya mêrê serdest a li dijî têkoşîna jinê ye.

Kizilçelîk Endama BOG/KOG'ê Eylem Ataş a di azad kirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da jî bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî DAIŞ'ê de nakokî hene. Dê destûr neyê dayîn destkeftiyên jinan ji DAIŞ'ê re bê hiştin."

Endama Kaldiraçê Begum Ateş jî bi gotinên wekî "TSK jî ji DAIŞ'a ku wekî muxalîf îlan kiriye ne cuda ye" dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku TSK'ê jî axa Sûriyeyê dagir kiriye. Ev operasyona ku tê îdiakirin li dijî DAIŞ'ê ye, li dijî gelê kurd û gelên li wir tê meşandin. Her axa ku ji hêla şervanên YPG û YPJ'ê ve hat rizgarkirin, jin azad in. Ruhê YPG û YPJ'ê ruhê azadiyê ye. Ew bi hemû hêza xwe êrîş bikin jî dê di wir de têk biçin."

(ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN