DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinek li Amedê hat qetilkirin

30 Tebax
10:52 2016

AMED (DÎHA) - Jina bi navê Çîgdem P. li Amedê ji hêla hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

Li Konûtên 1'emîn ên TOKÎ'yê yên li herêma Uçkuyularê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, jina bi navê Çîgdem P. ji hêla hevjînê xwe Dogan P. ve bi çekê li malê hat qetilkirin. Ekîbên tenduristiyê li ser îxabrê hatin malê, piştrast kirin ku Çîgdem P. jiyana xwe ji dest daye. Cenazê Çîgdem P. piştî lêkolînê rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Kujerê ku hevjîna xwe qetil kir, ji cihê buyerê revî.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN