DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Qedexeya lîstikên Çehov û Shakespeare cahîlî ye'

 
30 Tebax
09:14 2016

ENQERE (DÎHA) - Di vekirina şanoyên dewletê de lîstikên biyanî hatin qedexekirin. Qedexeya lîstikên wekî Çehov û Shakspeare a li Şanoyên Dewletê ya Tirkiyeyê rastî bertekên mezin hatin. Hem qedexeya berhemên biyanî û hem jî daxuyaniya Serokê Meclîsa Tirkiye ya der barê Che Guvera de wêneyê Tirkiye yê demokratîkbûnê bêtir nîşan dide. Serokê Kultur Sanat-Sen'ê Yavuz Demirkaya, diyar kir ku qedexeya lîstikan cahîliya herî mezin e.


Şoneyên Dewletê (DT), di 4'ê Cotmehê de bi 8 lîstikan li 12 herêman bi 65 sahneyan destpêka sala şaonyê vedike. Lê beri vekirina Şanoyên Dewetê Midûrê Giştî yê Şanoyên Dewletê Nejat Birecik, bi gotina "Ji bo xurtkirina hestên neteweyî û yekîtiya welat em dê îsal tenê lîstikên herêmî bidin pêşandan. Midûrê Giştî Nejad Bîrecîk anî ziman ku îsal lîstikên Anton Pavloviç Çehov û Shakspeare nadin lîstin. Piştî vê gotinê hunermend û di qada civakî de bertek zêde bûn. Bi taybetî piştî daxuyaniya Serokê Meclisa Tirkiyeyê İsmail Kahraman a der barê Che Guvera de wekî "Qatil, Eşkiya" bertek û nerazîbûn zêdetir bûn.

Lîstik li gorî hezkirina Serokê Meclisê û Midûrê Şanoya Dewletê nayên amadekirin

Serokê Kultur Sanat-Sen'ê Yavuz Demirkaya, diyar kir ku qedexeya lîstikan cahîliya herî mezin e. Demirkaya, destnişan kir ku ev mudaxaleya hunerê ye û nişan dide ku huner ne azad e û wiha got: "Tu pirsgirêka me bi Necip Fazil, Nazım Hikmet, Shakspeare re tune ye. Demirkaya, anî ziman ku pirsirêka wan bi nivîskar û şanogeran re tune ye û xwest her kes piştgiriyê bide. Demirkaya, anî ziman ku dixwazin her tiştî li gorî daxwazên îxtîdarê plan bikin û ev yek li dijî demokrasye ye û wiha got: "Berê jî TUSAK'ê ceriband lê çênebû. Ma hûn saziya sansurê ne. Hûn kîne. Yê vê biryarê bide saziyên çand û hunerê ne. Mixabin saziyên hunerê xwe bi ndewletê şêrin dikin û li dijî azadiya hunerê tev digerin. Ev cahîlî ye."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN