DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Endamên KJA'yê: Em di 31'ê Tebaxê de li ber KCD'ê bin

 
30 Tebax
09:10 2016

AMED (DİHA) - Endamên KJA'yê têkildarî daxuyaniya bijarteyên kurd a di 31'ê Tebaxê de li ber avahiya KCD'ê pêk bînin bang li gelê Amedê kirin û xwestin her kes ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber KCD'ê kom bibin.

Hilbijêrên kurd û rêveberên KCD, HDK, KJA, HDP, DBP, bi boneya balê bikşînin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û helwesta xwe ya pêşerojê diyar bikin dê saet di 17.00'ê 31'ê Tebaxê de li ber avahiya KCD'ê daxuyaniyê bidin. Endamên KJA'yê bang li hemû gelê Amedê kirin û xwestin her kes wê saetê di daxuyaniyê de amade bibe.
Endama KJA'yê Zekiye Guler, diyar kir ku daxuyaniya 31'ê tebaxê li dijî tecrîda li ser Ocalan û ji bo azadiya Ocalan bixwazin dê saet di 17.00'an de li ber avahiya KCD'ê bi girseyî daxuyaniyê bidin û xwest hemû gelê Amedê di Wê saetê de amade bibe. Guler, anî ziman ku dê plana çalakiyên girîng di daxuyaniyê de bi raya giştî re bê parvekirin. Guler bang li hemû jinan kir û xwest di çalakiyê de cihê xwe bigirin. Guler, anî ziman ku ev roj dê ji bo jina kurd bibe destpêk û pêngavek nû.

Hevseroka DBP'ê ya Rezan û endama KJA'yê Arzu Karaman jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan roj bi roj fikarên wan zêde dike û wiha got: "Em de di çarçoveya çalakiyê de KJA'yê de çalakiya xwe mezintir bikin. anî ziman ku bi hinceta OHAL'ê zextên li ser kurdan zede bûne û bi tu awayî ji Ocalan agahiyê nagirin.

Dê li dijî şer daxwazên aştiyê bînin ziman

Karaman, bang li gel kir ku bi ruhê seferberiyê tev li daxuyaniya 31'ê Tebaxê bibin û wiha got: "Em ji gelê xwe dixwazin ku her ke di saeta çalakiyê de li pêş KCD'ê amade bibe. Divê her kes helwest û bertekên xwe di vê daxuyaniyê de bînin ziman.

'Tecrîda li ser Ocalan sedema kaosê ye'

Endama KJA'yê Ezgi Torun jî anî ziman ku gelê kurd û Rojhilata navin di pêvajoyek pir dijwar re derbas dibe û wiha got: "Pergalê li dijî gelê herêmê şerekî tevahî daye destpêkirin. Ev êrîş li dijî destkeftiyên gelê kurd in. Gelê kurd ev destkeftî bi fikr û ramanên Birêz Ocalan bi dest xistine. Ji ber vê yekê ev êrîş li dijî fikrên Birêz Ocalan in. Tecrîda li ser Rêberê me sedema kaos û aloziya li Tirkiye ye. Tecrid li ser tecridê li ser Rêberê me tê meşandin. Li dijî vê yekê divê her kes tev li daxuyaniya 31'ê Tebaxê bibin."

Hemû jin biherikin pêş KCD'ê

Torun, bang li hemû jinan kir û xwest hemû jinên Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dakevin qadan û di 31'ê Tebaxê de li ber avahiya KCD'ê tev li daxuyaniyê bibin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN