DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên Stenbolî: Ji bo Serokê xwe em ê li kolanan bin

 
30 Tebax
09:10 2016

STENBOL (DÎHA) - Jinên Stenbolî li ser banga KCK'ê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Ocalan a "Bila gelê me dakevin qadan û bibin her" diyar kirin ku ew hemû dê dakevin qadan û çalakiyên xwe berdewam bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li gelê Kurdistanê û Tirkiye kir û xwest ji bo aştî, aramî û demokrasiyê her kes dakevin kolanan û bibin bersîv. Li ser vê bangê jinên Stenbolî diyar kirin ku ew dê dakvin kolanan û têkoşîna xwe li kolanan berdewam bikin. Jina 45 salî Meyaser Aladag bang li hemû gelê kurd kir û xwest kal pir, zarok û ciwan tev li gel wan dakevin kolanan û li cem wan cihê xwe bigirin. Aladag, xwest her kes li dijî tecrîdê dakevin kolanan û li cem Rêberê xwe cih bigirin. Aladag, xwest her kes guh bidin banga KCK'ê û têkoşîna xwe li kolanan berdewam bikin û bêtir xwe bi rêxistin bikin.

Em li kolanan bigêjin hev

Karkera tekstîlê ya 46 salî Yonca Çelik jî anî ziman ku beşdari daxuyaniya KCK'ê dibe û wiha got: "Her deqîqeya ku em agahî ji Ocalan nastînin sebra me bêtir namîne Rewşa Ocalan me dixe nava fikaran. Ji bo ev rewş bi dawî bibe em dê serî li hemû çalakiyên demokratîk bidin. Divê gelê me jî dakeve kolanan."

Dayika Aştiyê ya 57 salî Simanperi Akyildiz jî xwest êdî hemû gelê kurd biherike qadan û wiha got: "Heta ku em agahiyê ji Serokê xwe bigirin em dê li qadan bin. Em dixwazin her kes ji bo rêerê me dakevin kolanan. Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk bê em dê li kolanan bin.

'Reberê me girtî be jiyana me jî girtî ye'

Jina 53 salî Nezahat Suer jî anî ziman ku ger Rêberê wan girtî be jiyana wan jî girtî ye û wiha got: "Em heta dawiya dilopa xwîna xwe bi Serokê xwe re ne. Em dê doza şehîdê xwe bişopînin. Heta serokê me azad bibe tekoşîna me dê li kolanan berdewam bike."

'Em hemû dê li kolanan çalakiyên xwe berdewam bikin'

Jina 53 salî Birsen Karabacak jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan her ku diçe giran dibe û wiha got: "Divê li dijî tecrîdê em hemû li kolanan bin. Divê em jin pêşengiya kolanan bikin. Em dê heta dawî li kolanan bin." Xwendekara ciwan Şilan Beyret jî anî ziman ku ew dê wekî jinên ciwan li kolanan bin û piştgiriyê bidin daxuyaniya KCK'ê

'Azadiya Ocalan azadiya hemû girtiyan e'

Welatiya 40 salî Binguzel Ulu jî xwestin bi piştgiriyek mezin bixebitin û jin pêşengiya vê yekê bike. Ulu xwest berî her tiştî jin pêşengiya vêyekê bikin. Jina 53 salî Gulistan Aydin jî anî ziman ku azadiya Ocalan girîdayî têkoyîna gelê kurd e û xwest gelê kurd dakevin kolanan. Jina 35 salî Demet Gumuş jî anî ziman ku Tirkiye dikeve nava şer û ev şer li diji gelê kurd û înkara gelê kurd e. Gumuş, da sanîn ku jin pir bi hêz e û bixwaze dê karibe aştiyê jî û şer jî bîne.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN