DBP: Rojeva me ya serek Azadiya Ocalan e
AMED (DÎHA) - MYK'a DBP'ê encamnameya civîna xwe ya li Amedê bi raya giştî re parve kir. DBP'ê di encamnameya civînê de diyar kir ku rojeva wan a sereke Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civîna xwe ya MYK'ê li Amedê pêk anî. Encamnameya civînê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parv kir. DBP'ê di encamnameyê de hat diyarkirin ku pêvajoya diyalog û muzakereya pirsgirêka kurd rawestandin û niha dixwazin bi riya şer pirsgirêkê çareser bikin û wiha hat gotin: "Hikûmeta AKP'ê di şer de israr dike. Hê heta niha bi dehan caran hatiye dubarekirin ku pirsgirêk bi rêbaza tundî, înkar û şer çareser nabe. Dagirkeriya Cerablusê li herêmê rê li peşiya şerekî nû vedike. Dagirkeriya Cerablusê di esasê xwe de ne li dijî DAIŞ'ê ye. Her çend wekî li dijî DAIŞ'ê xuya bike jî di rastiya xwe de li dijî Hêzên Demokratîk ên Sûriyê ne. Hedefa kurdan a esasî kurd in. Kurdan heta niha li dijî DAIŞ'ê şer kir û ew bê hêz hişt. Niha jî AKP li dijî kurdan şer dike. Rêya çareeriyê ne di dagirkeriya Cerablusê de ye. Çareserî bi yekîtiya gelê kurd, ereb û herêmê de ye. Çareserî di şerê li dijî DAIŞ'ê de ye.
'Tirkiye kaosê kûr dike'
DBP'ê di berdewama encamnameyê de da zanîn ku Tirkiye ji ber polîtîkayên xwe şer û kaosê kû dike û rê li pêşiya çareseriyê digire û wiha got: "Ev polîtîka Tirkiye ji bo gelê kurd û tirk dê encamên pir giran bi xwe re bîne. DAIŞ'ê di demên dawî de li Tirkiye gelek komkujî pêk anîn û bi sedan kes hatin qetilkirin. Her çend hemû raya giştî dizanibe gelek navendên DAIŞ'ê li bajarên Tirkiye hene jî ev navendên wan ji aliyê hikûmetê ve tên parastin.
'Rojeva sereke Azadiya Ocalan e'
DBP'ê di berdewama encamnameyê de desnîşan kir ku ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha agahiyê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nagirin û tecrida li ser Ocalan gelek giran bûye û wiha cih da encamnameyê: "Ne malbat, ne parêzer û ne jî heyet dikarin biçin Îmraliyê. Ev tecrîdê giran dike. Firana zêde dikin. tu aliyê zagonî, hiqûqî û ahlakî tune ye. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane rola esasî û sereke Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Em dixwazin Tirkiye demek berî demekê ji van polîtikayên şer berde. Tecrida li ser Birêz Ocalan rake. Piştî tecrîdê dest pêkir, dewletê li bajarên Kurdistanê şerê komkujiyê jî da destpêkirin. Di serî de li dijî Ozgur Gundemê û Azadiya Welat li dijû hemû çapemeniya azad êrîş heye. Bi binçavkirin, girtin û zextan dixwaze çapemeniyê bêdeng bike. Di şexsê çapemeniyê de dixwaze civakê bêdeng bike. Li gelek rewşenbir, akademîsyen û nivîskaran lêpirsîn û doz hatiye vekirin. Li dijî van polîtîkayên înkar û îmhayê yên AKP'ê têkoşîna demokratîk, aştî u azadiyê pir girîn û erka sereke ye. Em li dijî van zextan li şûna gavan paşve bavêjin em dê bêtir têkoşîna xwe bilind bikin. Em wekî DBP'ê dê têkoşina xwe ya azadiyê bilind bikin.b
Em dê li tax bi tax, navçe bi navçe xwe li her derê bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe li her derê belav bikin. Em wekî DBP li gorî rol, misyon û peyvira xwe dê têbikoşin û têkoşîna xwe bilind bikin."
(mae)