Beştaş: Tecrîd şer kûr dike
EDENE (DÎHA) - Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê tekildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Seyhanê civînên gel pêk anîn. Di civînê de wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş, xwest demek berî demekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: "Tecrida li ser Ocalan rê li pêş kûrkirina şer vedike.
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, li taxên Yenibey û Daglioglu yên Seyhana Edeneyê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civînên gel pêk anîn. Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û gelek welatî amade bûn. Beştaş, ewil beşdarî civîna taxa Yenîbeyê bû û bal kişand ser şerê AKP'ê yê li dijî gelê kurd daye destpêkirin. Beştaş, da zanîn ku AKP'ê bi tecrîda li ser Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan şerekî dijwar daye destpêkirin û xwest demek berî demekê vê tecrîda li ser Ocalan rawestîne. Beştaş, hikûmet hişyar kir û destnîşan kir ku ger tecrîdê bi dawî neke dê şer bêtir kûr bibe. Beştaş, anî ziman ku Ocalan tenê bi hevalên xwe yên li girtîgehê re hevditin dikir û piştî hevalên wî yên li girtîgehê jî hatin sirgûnkirin têkiliya wî û her derê bi hevre hat qutkirin û wiha got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser me tevan e. Em hêza xwe bi çûk nekin û qadan vala nekin. Hêza me pir e."
Beştaş, bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad jî û wiha got: "Piştî Rojnamya Ozgur Gundemê girtin, avêtin ser Rojnameya Azadiya Welat û xebatkarên wê binçav kirin. Dixwazin rojnameyên ku rastiyan dinivîsin dengê wan qut bikin. "
Beştaş, piştî civîna Yenîbeyê derbasî taxa Dagluoglu bû. Beştaş li vir jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û deklerasyona KCK'ê û destnişan kir ku deklerasyona KCK'ê pir bi wate ye.
(mae)