DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Rêbaza avdanê gefan li dewlemendiya berheman dixwe

 
28 Tebax
09:03 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Li navçeya Torbali ya Îzmîrê ji ber rêzabazê avdanê ya nebaş avan şirîn a Deryaya Egeyê tevli avên binerdî dibe. Ev yek li Deşta Cuma gefan li cureyên berhenan ên dewlemend dixwe. Endezyarê jeolojiyê Yakup Şîmşek diyar kir ku ev dibe sedema ku li Torbaliyê çandinî biqede û dê bibe sedema gelek nexweşiyan.

Hat diyarkirin ku li navçeya Torbali ya Îzmirê bi rêbazên avdanê ava behrê tevli ava şirîn tê kirin. Piştî ava behre tevli ava binerdî ya şirîn dibe, ev jî gefa li berhemên herêmê û ji Deşta Comayê dixwe. Ji ber vê xetereyê zebze û fîkiyên li herêmê bi awayekî tenduristî nayên afirandin.

Di serdema hişkiyê de ava ji Deryaya Egeyê zêdetir tevli avên binerdî ên şirîn dibe, li navçeya Torbaliyê li çend taxan av hêdî hêdî tê şor kirin. Li hemberî vê rewşê rayedar bêdengiya xwe diparêzin.

Endezyare jeolojiyê Yakup Şîmşek, diyar kir ku di aiyê jolojiyê ve bingeha Torbaliyê ji yekikîneyên qeliştekî pêk tê û ev tişt got: "Ev yekîneyên qeliştekî, ji kevirê kirêcê û şîstiyan pêk tê, di qeliştekên van kevirên kirêcî û şîstiyan de li herêma Torbaliyê ji ber ava berhê ya bi tepistanina mezin tevhiheviyekî di navbera avên şirîn de pêk tîne. Dîsa ji ber ku di fabrîqeyan û rêbazên avdanên ên ne rast de gelek avên şirîn kêm dibin û li ber tunebûnê ye. Taxên wekî Ahmetlî, Saglik, Ozbey û Yenîkoyê yên qasî 15 km dûrî Deryaya Egeyê ne, avên wan ji ber ava behrê bi xweyê bûne."

Şîmşek destnîşan kir ku di serdema hişkiyê de ava şirîn hêj kêmtir bûye, bi taybetî di mehên havînê de di sondajên 80-90 kîlometre kûrahî de jî avên bi xweyê diherikin. Şîmşek aşkera kir ku gelê Torbaliyê bi xetereyan re rû bi rû ye ev rewş bandoreke neyînî li ser tenduristiyê jî dike.

Şîmşek piştrast kir ku heke bi vî şeklî biçe dê deşta Torbaliyê tune bibe û bal kişand ser xetereyên li hemberî herêmê. Şîmşek got ku ev deşta bi berekek di aliyê berhema de ji bo Tirkiyeyê çavkaniyeke zadê ye û her roja ku diçe rewş xeter dibe divê ji vê rewşê re çareseriyek bê dîtin.

Şîmşek herî dawî diyar kir ku divê fabrîqeyên ku avê bi kar tînin, avê bigirin bin kontrolê, divê demek ji ya din zûtir avdana sera bera bê dawî kirin û bi rêbaza niqutandinê avdanên herêmê bên kirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN