DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên Palûkeyê ji bo hûnerê dicivin

 
28 Tebax
09:01 2016

AMED (DÎHA) - Jina bi navê Derya Dal ku li Bajaroka Palûkeyê di çarçoveya xebatên hunerî yên Şaredariya Sûrê de fêrî erbaneyê bûye, bi coşek mezin xebatên xwe yên mûzîkê didomîne. Dal anî ziman ku ew di zarokatiya xwe de ji muzîkê hez dike û wiha got: “Xeyala min ew e di komekî de cih bigirim û di şahiyên li gundan de li erbaneyê bixim.”

Şardariya Sûrê di çarçoveya xebatên çand û hunerê de li gund û bajarokên girêdayî navçeyê qursên çandê da destpêkirin. Yek ji van bajarokan jî Palûke ye. Di çarçoveya qursa erbaneyê ya li Palûkeyê de gelek jin hewildidin hînî lêdana enstrûmanan bibin. Jinên gund ên li hev kom dibin, hewil didin fêrî erbaneyê bibin.
Yek ji jinên ku fêrî erbaneyê dibe jî dayîka 2 zarokan Derya Dal (31) e. Dal dema dersdanê de zarokên xwe jî bi xwe re tîne cihê qursê û zarok jî li wan guhdar dikin.

‘Eşqa muzîkê di zarokatiyê de bi min re hebû’

Dal diyar kir ku ew di temenê biçûk de ji muzîkê hezdike û wiha got: “Di dilê her kesî de heskirina tiştekî heye. Min di zarokatiya xwe de ji muzîkê hezdikir û hertim mereqa min bû. Min ji teyp pêdixist û pêre stran digot. Dayîka min ji bo wê gelek car ji min aciz dibû. ”

‘Erbane çanda me ye, divê em nedin windakirin’

Dal da zanîn ku ji ber erbane çanda kurdane wê erbane hilbijart û wiha pêde çû: “Erbane çanda meye, divê em nedin winda kirin. Dema ez tên kursê keça xwe jî tînim bila keça min jî fêr bibe û çanda xwe bizane.” Dal destnîşan kir ku ew dixwaze fêr bibe, komekî ava bikin û di şahiyên gund de li erbaneyê bixe.

‘Armanca me avakirina komekî ye’

Mamosteya kursa erbaneyê Rûken Kardaş anî ziman ku ji ber ku gund qasî bajar ne bi alternatîfin ew dixwazin jinên gundan jî bikevin nava çandê. Kardeş diyar kir ku ew dixwazin 6 meh perwerde bidin, piştî wê jî komekî ji jinan pêkbînin û ji bi hev re çanda xwe pêşbixin.

(bî-rd/eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN