DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Dayîkên Aştiyê: Mifteya aştiyê Ocalan e

 
28 Tebax
08:59 2016

ÊLIH (DÎHA) - Endamên Meclisa Aştiyê ya Êlihê balkişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxuyandin ku ji jiyana wî bifikar in. Dayîkan xwestin ku di zûtirîn demê de bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û wiha gotin: "Birêz Ocalan mifteya aştiyê ye. Di demek ev qas şer mezin bûyî de, tekane riya çareseriyê Ocalan e."

Endamên Meclisa Aştiyê ya Êlihê balkişandin ser tercîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û xwestin ku di zûtirîn demê de tecrîd bê bi dawîkirin. Ji endamên meclisê Nevîn Sezgîn, got ku ev 35 sale têkoşîna aştiyê didin û wiha axivî: "Dewlet ji hemû çalakiyên me agahdar dibe. Lê ji komkujiyên Pirsûs, Amed, Enqere û Dîlokê agahdar nabe. Kes ji vê yekê bawer nake. Bi zanîn ev şer tê meşandin û em jî li dijî vê yekê têkoşîna aştiyê didin." Sezgîn bi bî xist ku bi salan e hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin û wiha domand: "Dema hevdîtin bi Ocalan re dihatin kirin, kesê jiyana xwe ji dest ne dida. Ji bo vê aştiya herî bi wate ancax bi azadiya Birêz Ocalan re dê bê. Ji bo wê divê Birêz Ocalan di zûtirîn demê de azad bibe. Israra di şer de li gorî berjewendiyên kesê nîne."

'Ocalan nebe aştî jî nabe'

Dayîka bi navê Muhlîse Kina jî diyar kir ku Tirkiye li şûna DAÎŞ'ê bi kurdan re şer dike û wiha pêde çû: "Divê pêşiyê Tirkiye gengaşî û şerê navxweyî bi dawî bike. Piştre mudahaleyî deverek din bike. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û gavên pêwist bên avêtin. Kî diçe Îmraliyê bila biçe, bes teqez divê agahiyek ji wir bê. Dewlet ji me baştir dizane ku heta Ocalan nebe, aştî çê nabe. Ez bang li hemû dayîkan dikim ku ji bo rawestandina şer dengê xwe derxin û li hemberî tecrîda li ser Birêz Ocalan bi hîstiyar bin."

Ji dayîkan Menfiye Çelîk jî ev tişt anîn ziman: "Ligel ku zarokên me tên girtin û qetilkirin jî em aştiyê dixazin. Çeka me jî zimanê me ye. Heta aştî bê em dê bi zarok û Serokatiya xwe re bin." Nefiye Yapici jî bang li hemû kesê kir ku ji bo rawestandina şer mil bidin milê hev û qetilkirina zarokan bidin rawestandin. Li ser mijarê Talîa Kayi, balkişand ser jikarên têkildarî jiyana Ocalan û derbirî ku bi salan e ji Ocalan xeber nagirin. Kayi daxuyand ku ji bo aştiyê divê Ocalan azad be.

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN