Rojeva esasî ya siyaseta kurd dê azadiya Ocalan be!
AMED (DÎHA) - Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim têkîldarî daxuyaniya ku di 31'ê tebaxê de dê hemû hevparên siyaseta kurd bide axivî û diyar kir dê rojeva wan a esasî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be û têkîldarî pêvajoya pêş helwesteke zelal bê nîşandan.
Di pêvajoya awarte ya ku Tirkiye û Kurdistan derbas dibe de deklerasyona KCK'ê ya weşand di raya giştî de deng veda û hevparên siyaseta kurd jî bi nîqaşên ku li Amedê didin meşandin ve amadekariya mudaxîlbûna pêvajoyê dikin. KCD, HDK, HDP, DBP û KJA di 31'ê tebaxê de di encama nîqaşên xwe de biryarên ku digirin dê aşkera bikin. Deklerasyona ku dê li ber avahiya KCD'ê saet di 17.00'an de bê aşkerakirin di raya giştî de bendewariyeke mezin derxist holê û hate gotin ku di esasê daxuyaniyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hebe. Hata daxuyandin ku siyaseta kurd dê têkîldarî tenduristî û ewlehiya Ocalan de helwesteke zelal nîşan bide.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim têkîldarî daxuyaniya ku dê bê dayîn axivî û bal kişand li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku piştî hewldana darbeyê ya 15 tîrmehê heta niha jê agahî nayê girtin. Yildirim got uk di asta ku di gelê kurd de înfîal pêk dê ne.
Rojeva esasî dê Ocalan be
Yildirim bilêv kir ku wekî HDP hemû hewldanên wan bêêncam mane, yek ji hedefa hewldana darbeyê jî Ocalan bû. Yildirim da zanîn ku dê rojeva esasî ya daxuyaniya bê dayîn daxwaza azadiya Ocalan û ji bo vê yekê jî helwestete zelal be.
Dê pêvajoyeke nû dest pê bike
Yildirim got ku helwesta li hemberî Ocalan a ku li di nava gel de dibe sedama înfilalê careke din bi raya giştî ya cihanê re parve bikin û di encama nîqaşên xurt de ew ê pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Yildirim wiha got: "Êdî tehamula me ji bo agahî negirtina ji Ocalan û rewşa dawî ya Tirkiyeyê nemaye. Kaosa li Tirkiyeyê her diçe kur dibe. Tirkiye ber bi rewşeke nediyar ve diçe. Em ê li hemberî vê yekê ji Kurdistanê helesteke zelal nîşan bidin û hewl bidin bibin bersiv."
Yildirim xwest hemû kesên demokrasîxwez xwedî li biryarên ku dê bigirin derkevin.
(sa)