DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re Qurbanî derketin piyasê

 
27 Tebax
09:05 2016

ENQERE (DÎHA) - Li Enqereyê berî Cejna Kurdanê ji niha de sewalên qurbanî li pazarên sewalan cihê xwe girtin. Li bendê ye ku ev bazarên sewalan di rojên pêş de zindî bibin. Lê sewalhar îsal ji ber şerê heyî zêde ji bazarê ne bi hevî ne.

Dê bazara sewalan a 90 çadiran bê vekirin

Li Enqereyê ji niha de kesên qurbaniyan difiroşin cihê xwe li bazarên qurbaniyan girtin. Şaredariya Çankaya, li gundê Muhye çadirên ji bo qurbaniyan ava kir û bazirganên qurbaniyan cihê xwe girtin. Hêj 2 hefte ji cejna qurbanê re maye bazirganên qurbaniyê sewal anîn bazarê û li benda firotinê ne. Li bendê ye ku di rojên pêş de sewalên biçûk jî cihê xwe bigirin. Şaredariyê ji bo sewalên biçûk 40 bi giştî 90 çadir ji bo qurbaniyan vekir. Qurbaniyên ku herî zêde ji Çorum, Amasya û bajarên derdorê tînin vir, li van çadiran tên firotin. Her bazirganên qurbaniyan ji bo 10-15 rojan 3 hezar û 500 tl kîra dide çadiran û li vir qurbaniyan difiroşin. Şaredarî li vir tenê xizmeta cih dide û vê yeke jî bi kîrê dide.

Qurbaniyên buhayê wan heta 15 hezar tl jî heye

Bazirganên ku bazara qurbaniyan dikin bi qasî nêzî 200 hezar tl qurbaniyan li van çadiran difiroşin û li dijî dizan nobetê digirin. Li gorî goşt û kîloyên qurbaniyan buhayên qurbaniyan di navbera 6 û 15 hezar tl de tê guhertin.

Bazirganê qurbaniyan Veli Taraoglu ji Çorumê qurbanî anîn Enqere û qurbaniyan difroşe. Taraoglu, anî ziman ku li gorî salên borî ji ber şerê heyî hêjmara kirîn û firotinê kêm bûye û êdî ew fêde nakin.
Taraoglu, anî ziman ku şaredarî j wan heqê kiraya cadiran 3 hezar û 500 distîne û bi giştî qasî 10-12 hezar tl mesrefa wan diçe.


Bazirgan AHmet bal jî anî ziman ku wî 18 dewar ji Amasya anîne û armanc dike ku hemû dewarê xwe li vir bifiroşe. Bal, da zanin ku ji ber şerê heyî êdî kes wekî berê qurbaniyan nakire û li vir zêde fêde nakin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN