'Em di azadiya Ocalan de bigihîjin hev'
ÎZMÎR (DÎHA)- Li Îzmîrê endamên KJA'yê diyar kirin ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya jinan e û bang li hemû jinên Tirkiyeyê kirin xwestin piştgiriya kampanyaya wan a bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derkedivim" dane destpêkirin bikin.
Li Îzmîrê endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo kampanyaya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derkedivim" a ku di 20'ê tebaxê de starta wê dabûn banga piştevaniyê li jiyan kir. Endamên Kordînasyona KJA'ya Îzmîrê diyar kirin ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya jinên kurd e xwestin hemû jinên tirkiyeyî piştgiriyê bidin.
'Ocalan xeta sor a jinan e'
Endama Kordînasyona KJA'ya Îzmîrê Melîsa Aydin diyar kir ku li ser axa Kurdistanê piştî şerekî taybet a qirêj hat meşandin bi îlankirina OHAL'ê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate girankirin. Aydin destnîşan kir ku fikarên gelê kurd têkîldarî rewşa Ocalan her diçe zêdetir dibe û kampanya dê di vî çarçoveyê de bê meşandin. Aydin bilêv kir ku azadiya Ocalan azadiya jinên kurd e, Ocalan xeta sor a jinên kurd e. Aydin diyar kir ku li axa Kurdistanê li serj inên kurd polîtîkayeke qirêj tê meşandin û wiha axivî: "Li hemberî vê yekê xwelêderketina axa xwe divê. Xwedîlêderketina mîrateya xwe xwelêderketina pêşeroja xwe ye. Xwedîderketine azadiya xwe xwedîlêderketina nasname, beden û jinbûna xwe ye."
Ocalan misogeriya aştiyê ye'
Endama KJA'yê Melîs Akgul jî diyar kir ew bi şîara kampanyayê ve qala azadiya Ocalan dikin. Akgul anî ziman ku Ocalan misogeriya aştiya di navbera gelên Kurdistan û yên Tirkiyeyê ye û di heman demê de jî kesekî ku pêşengiya azadiya jinan dike. Akgul da zanîn ku azadiya Ocalan daxwaza wan a esasî ye di vî çarçoveyê de dê 50 hezar name ji CPT'ê ye re bişînin. Akgul anî ziman ku ligel hemû israran jî der barê rewşa Ocalan de agahi nayê dayîn, pişt3i darbeyê jî fikarên wan ên der barê rewşa Ocalan de zêdetir bûye.
Akgul got ku bêyî Ocalan azadiya civakê nepêkan e û Ocalan sedema şer û aştiyê ye ji bo vê yekê jî divê fikarên wan ji holê bê rakirin. Akgul wiha got: "Em wekî jinên KJA'yê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe bidomînin. Banga me ji bo hemû jinên Tirkiyeyê ye; werîm em di azadiya rêberê xwe de bigihîjin hev. Em xwedî li azadî û rêberê xwe derkevin. Ez bang li hemî jinên Tirkiyeyê dikim li dora kampanyaya me bibin yek."
(sa)