Yıldırım: Em di warê lojîstîkî de pişetvaniya OSO'yê dikin
STENBOL (DÎHA) - Serokwezîr Bînalî Yildirim, îdiakir ku di êrîşa li dijî Muduriyeta Hêzên Çevîk a Cizîrê de 11 polîsî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha Yildirim piştevaniya bo OSO'yê jî dubare bi van gotinan îtiraf kir, "Unsûrên me jî piştevaniya wan î lojîstîk dikin."
Serokwezîr Bînalî Yildirim, bi Serokwezîrê Bulgarîstanê Boyko Borîsov re hat gel hev. Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Yildirim pêşî qala êrîşa li dijî Muduriyeta Hêzên Çevîk a Cizîrê kir û îdiakir ku di êrîşê de 11 polîsî jiyana xwe ji dest daye. Yildirimê ku peyama "Domandina şer" da wiha got, "Bila miletê me vê fêm bike û bila zanibe ku me bi awayekî topyekûn li dijî rêxistinên terorî şer daye destpêkirin."
Qaşo alîkariya kesên tengijîne dikin!
Yildirimê ku diyar kir, Tirkiye bo gelek penaberan "malovaniyê" dike wiha axivî, "Em her cure pêdiviyên penaberan bi cih tînin. Em vê jî bi kêfxweşiyî dikin, lewre di orf û edetê me de alîkariya kesên di tengasî, zor û zehmetiyê de esas e. Divê neyê jibîrkirin ku ev pirsgirêkeke herêmî û kureyî ye. Divê dostên me yî ewropî derbareyê çareserkirina pirsgirêka penaberan de ji zûv de bi berprisiyariyî tevbigeriyanan."
'Unsûrên me di warê lojîstîkê piştevaniya OSO'yê dikin'
Yildirim li dijî nûçeya Kovara Der Spîgelê ya têkildarî dagirkirina Cerablûsê ya bi ser navê "Hedefa êrîşan kurd in" bertek nîşan da û bi vî awayî parêzî kir, "Gotegota ku di operasyonê de hedef kurd in, derewa li ser derewê ye." Yildirim, têkildarî dagirkirinê îdiakir ku Tirkiye yekparebûna xaka Sûriyeyê diparêze û wiha berdewam kir: "Hûn dê li aliyekî bi îdiayên derewî bibêjin Tirkiye di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê qels û lawaz e û hên li aliyekî jî bi stemkarî bi ser DAIŞ'ê de biçin û dema mirovên hejar bên xelaskirin û hûn ê bibijin kurd tên kuştin. Kes bi vê naxape." Her wiha Yildirim piştevaniya Tirkiyeyê ya bo OSO'yê jî dubare biv an gotinan îtiraf kir, "Unsûrên me jî piştevaniya wan î lojîstîk dikin."
(red)