Îdiaya 'Kampa ku DAIŞ zaroka dike êrîşkarî bombeyê li Dîlokê ye' anî rojeva meclîsê
ENQERE (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Filiz Kerestecîoglu, lîstika DAİŞ'ê ya li ser zarokan û bikaranina zarokan a wekî êrîşkarên bombeyî ji Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala pirsî û xwest bibersivîne.
Wekila HDP'ê ya Stenbolê Filiz Kerestecioglu, der barê xebatên DAÎŞ'ê yên li Dirkiye û êrişa li Dîlokê pek hat pirsname da Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala. Kerestecioglu, bal kişad ser rapora West Point a Artêşa DYA'yê ya der barê DAIŞ'ê de û wiha got: "Li gorî vê raporê ji sedî 39 zarok di êrîşên bombeyî de, ji sedî 33 di şer de, ji sedî 18 di çalakiyên întîharê de jiyana xwe ji dest dan. Tê zanîn ku DAIŞ'ê gelek zarok tev lişer kirie. Înîsiyatifa Zarokên Leşker daxuyand ku sed hezar zarok wekî leşker di nava DAIŞ'ê de ne. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî 150 hezar zarokên ji Sûrî hatin Tirkiye. Lê ji 150 hezar zarokan hezar zorak nehatine qeydkirin. Dî diyarkirin ku gelek zarokên nehatine qeydkirin, di van kampên dijzagonî de perwerde dibin. Dê gotin ku DAIŞ'ê ev zarok bi dest xistine.
Kerestecioglu, bal kişand ser çend kampên li Dîlokê û anî ziman ku ew bi fikar in ku ev kamp di destê DAIŞ'ê dene û wiha got: "Di meha Adarê de ji kampa AFAD'ê ya Pirsûsê zarokên ku malbatên xwe winda kirine yên 12 salî kom kirin û birin gundê Germuşê yê Pirsûsê. Tê gotin li van kampan perwerdehiyê kuraê û wekî din didin zarokan. Lê ev zarokên malbatên wan tune û li gundê 48 km dûr tên perwerdekirin me dixin nava fikaran.
Tê gotin ku 150 kesên bombekarên zindî li Dîlokê ne û perwerdehiya çekdarî dibînin."
(mae)