Prof. Aktar: Dagirkerî ji polîtîkaya neçareseriyê tê
STENBOL (DÎHA) - Pisporê Biqidem ê Navenda Polîtîkaya Stenbolê Prof. Cengîz Aktar, der barê dagirkeriya TSK'ê ya Cerablusê de axivî û destnîşan kir ku ev ne biryareke ku di rojekî de hatiye girtin e, ev biryareke ku bi DYA'yê re hatiye rûniştandin wisa hatiye dayîn û got "Dagirkerî ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê yên pirsgirêka kurd çareser pêk hatiye."
TSK'ê bi operasyona "Mertalê Firatê" îdia kir ku li dijî DAIŞ'ê şer daye destpêkirin, bi vê hewldanê Cerablus dagir kir û sewqiyata leşkerî pêk anî. Pisporê Biqidem ê Navenda Polîtîkaya Stenbolê Prof. Cengîz Aktar, armanca operasyonê ji ajansa mere nirxand.
Aktar diyar kir ku TSK'ê Cerablus wekî eniya "Tirkiye ya Tirkan e" dinirxîne û di nava vê eniyê de ne tenê AKP, CHP û MHP jî cih digire û aşkera kir ku Tirkiye bi sedan sale ne erênî û ne jî neyînî polîtîkayeke wê ya kurd çêbebû ye. Aktar da zanîn ji ber vê tirsek hakîm e û ev tişt got: "Berê ji Herêma Xweser a Kurdistana Iraqê ditirsiyan. Niha jî ji herêma kurdan a Sûriyeyê ditirsin. Ji kurdên li Tirkiyeyê ditirsin. Polîtîkayeke li ser tirsê hatiye avakirin. Lê divê bê gotin ku polîtîkaye ne eslî ye. Tenê polîtîkayeke parastinê ye."
'Geşedanên li Sûriyeyê du sê kirasan ji Enqereyê re fireh tê'
Aktar gotinen wekî "Hikûmet bi salan e li Başûr, li ser sînorê Sûriyeyê destûrê nade hebûneke kurdan" jî bi bîr xist û da zanîn DYA'yê jî berdiva van daxwazan daye. Aktar aşkera kir ku herêma ku haiye dagirkirin korîdorek tê plankirin û ev tişt got: "Lê li wir tiştên pir cuda hene. Tenê kurd ne, ereb jî di nav de sunnî, elewiyên ereb û cudahiyên din jî hene. Li wir lêgerîneke Navendeke Adem-î ya ku Tirkiye ji ber re derbas nabe heye. Ji kesên li Enqereyê polîtîkayê dikin re du sê kirasan fireh tê. Ne pêkan e ev fêm bikin. Lê ji hêla din ve jî dixwazin pêşî li herîkîna dîrokê bigirin. Ev jî ne pêkan e."
'Bi DYA'yê re nirxandin'
Aktar destnîşan kir ku dagirkirina Cerablusê ya ji hêla TSK'ê ve ne biryareke rojane ye, bi DYA'yê re hatiye rûniştandin û ev tişt anî ziman: "Tirkiye beyî Washîngtonê nikaibû bikeve Sûriyeyê. Lewre di vir de tiştekî din heye. Ez gotina Davutoglu ya berê bi hezkirin bi kar tanî ya 'lîstok avakirinê' bi bîr bixim. Ne lîstok avakirin hin tişt diqewimin. Tirkiye jî li gorî wê helwestê digire. Dixwaze xwe biparêze lê ji vê wêdatir neçarî tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin qebûl dike. Ji ber wê jî biryareke li gorî serê xwe negirtiye." Aktar pêşdîtina heke Tirkiye berbi jêra Cerablusê ve biherike dê pêşiya wê bê girtin jî parve kir û wiha pêde çû: "Ji ber ku helwesta Rûsya û DYA dê Tirkye heta ku biçe diyar e. Ji vî karî re dibên 'Tenê li wir korîdor. Zêdehî tiştekî nexweze' tê gotin."
Aktar piştrast kir ku vê hewldana dagirkeriyê niha wekî serkeftinekî dibînin û bal kişand ser Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) û wiha axivî: "OSO çend kesin, çi dixwaze, projeyeke wê ya siyasî heye? Dikare li ser piyan bisene? Heke Tirkiye destekê nedê pêşniyareke wê ya siyasî heye? Pirsên esasî û mayinde ev in. Min heta niha nedîtiye OSO'yê bi polîtîkayeke şênber derketiye holê. Ji ber wê dî di vir de mayîndeyî girîng e. Tişta mayînde di aliyê leşkerî de na siyasî de dibe."
'Dagirkerî ji ber nebûna polîtîkaya kurd e'
Aktar got "Ji xwe DAIŞ demek dirêj e ji wir vekişiya ye û li wir tu şer jî pêk nehatiye" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev geşedana ji ber nebûna polîtîkaya kurd a Tirkiyeyê ye. Enqereyê heta niha ji bo DAIŞ'ê gelek musamaha da nîşan, dê DAIŞ vê rewşê çawa şîrove bike gelo? Ji ber ku Cerablus derbiyê wanê derketinê bû. Dê bi çi bertekê bêz be? Fikara mina esasî ev e. Dê DAIŞ bersivê di nava Tirkiyeyê de bide? Xwedê biparêze ev gelekî bi fikar e."
'Ew hêzên li wir ji civaka Sûriyeyê ya birîndar re çi pêşniyar dikin?'
Aktar di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku mayîndeya li Sûriyeyê û li gorî wê polîtîka afirandin girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ne xwe tuyê li wir têk biçî lê tu ji bo civaka çi pêşniyar dikî. Sûriye êdî welatekî şer ê westiyayî ye. Dê ev şera di mehên pêş de bi şêwazekî bi dawî bibe. 5 sal derbas bû têgîneke westandina şer heye di siyasetê de. Îro şûn ve dê hêzên li wir ji bo vê civaka birîndar a Sûriyeyê çî pêşniyar bikin rewş ev e."
(ms)