DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Ji ber buhabûna jiyanê zehmetiyan dijîn

 
26 Tebax
09:05 2016

WAN (DÎHA) - Esnafê Wanê yên ku debarê xwe bi hûnerê destan a wekî sobe û semaweran dikin, ji ber bihabûna jiyanê û aloziya pêvajoyê zehmetiyên cidî dikişînin. Ji ber bêeleqedarbûnê humera destan li herêmê berbi tunebûnê ve diçe.

Gelek welatiyên bi karê hunera destan ên wekî sobe û semawerê re eleqedar in, ji ber bihabûn û pêşketina fabrîqeyan rojên zehmet dijîn. Pisporên bi vî karî re eleqedar jî ji ber kêmbûna kar koçî bajarên cuda dikin. Welatiyê bi navê Nîhat Atacan ê bi hunera destan debara xwe dike, diyar kir ku ew 50 sal e vî karî dike û ev tişt got: "Ji ber zêdebûna febrîqayên karê me êdî rawestiya û ji ber kêmbûna kar jî gelek kes deriyên kargehên xwe girtin û koçî derve kirin. "

Atacan anî ziman ku ji ber bihabûna pêdiviyên jiyanê mirov êdî nikarin amûrên hêj baştir ji bo xwe bikirin û wiha berdewam kir: "Ez 50 sale vê karî dikim, ji bo vî karî hêj pêşve bibim li ser dixebitim. Berî 40 salan sobeyên ku di febrîqan de dihatin çêkirin tûne bûn. Me ev sobeyan û semawer bi destên xwe çêdikirin. Lê niha ev sobe û semawer li hemû cihan heye û gelek bahane jî ji ber wê mirov nikarin van sobeyan yan jî semawerên bikirin, hinekan wan ji ber rewşa wane aborî ne baş e, tenê ji xwe re yê erzan dikirin, ji ber wê her ku diçe kar kêm dibe."

Şer bandor li ser wan jî kir

Atacan aşkera kir ku karê wan demên borî gelekî dihat hezkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lê belê her ku dem derbas bû ji ber wê çendê jî kar kêm dibe û esnafan hêdî hêdî deriyên kargehên xwe girtin. Dîsa ji ber pêvajoya şer ev esnaf tengasiyeke mezin dijîn. Ji berpirsyaran daxwaza me ew e divê dest bavêjin vê rewşê û krediyên ku didin bila bê faîz bidin esnafan. Ji ber ku pereyên ku didin hemu bi faîz e ev jî esnafên heyî dixe nava zehmetiyê."

(era/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN