DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

KCK: Êrîş li dijî demokratîkbûna Sûriyeyê ye

 
25 Tebax
12:04 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- KCK'ê daxuyand ku DAIŞ'ê di encama lihevkirinekê de Cerablûs radestî dewleta tirk kiriye û wiha got: "Hedefa dewleta tirk ne DAIŞ e. Hedefa wan a sereke Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser dewrgirtina Cerablûsê ji aliyê AKP’ê ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku plana dewleta tirk a dagirkirina Cerablûsê ku demeke dirêj amade kiribû, piştî rizgarkirina Minbicê bi cih hatiye anîn. KCK’ê daxuyand ku DAIŞ’ê di encama lihevkirinekê de Cerablûs radestî dewleta tirk û çeteyên wê kiriye û wiha got: “Hedefa dewleta tirk û çeteyên wê, ne DAIŞ e. Hedefa wan a sereke Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.” KCK’ê destnîşan kir, êrîşa li hemberî kojavayê Kurdistanê êrîşa li dijî hemû Kurdan e û banga geşkirina têkoşînê kir.

KCK’ê da xuyakirin, ji bo bicihanîna vê planê di destpêkê de MÎT’ê bi destê DAIŞ’ê li Dîlokê komkujî kir û bi vê komkujiyê ve hincetek ji bo dagirkirina Cerablûsê hat afirandin. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha aht gotin: “Dewleta tirk li pêş çavên cîhanê li Dîlokê komkujî kir û ev yek jî ji xwe re kir hinceta dagirkirina Cerablûsê. Ev yek ji bo hemû dewletên çavên xwe li vê dagirkeriyê digire, cihê şermê ye. Ji bo dagirkirina Cerablûsê 60 mirov hatin qurbankirin, ku piraniya wan zarok in. Ev, yek ji sûcên herî giran ên dîroka mirovahiyê ye.”

'Lihevkirin û DAIŞ ji Cerablusê vekişiya'

KCK’ê da zanîn, bi lîstika Cerablûsê re hevkariya dewleta tirk û DAIŞ’ê careke din derketiye holê û wiha dewam kir:

"Piştî ku DAIŞ ji Minbicê hat avêtin, yekser plana derxistina DAIŞ’ê ji Cerablûsê û bicihkirina çeteyên ser bi Tirkiyeyê hat bicihanîn. Dewleta tirk û çeteyên wê, DAIŞ ji Cerablûsê dernexistine. Bi rengekî lihevkirî DAIŞ’ê xwe ji Cerablûsê vekişandiye û li şûna DAIŞ’ê dewleta tirk û çeteyê pê ve girêdayî lê hatine bicihkirin. Armanca dewleta tirk û çeteyên wê ne DAIŞ e; yekane hedefa wan Hêzên Sûriyeya Demokratîk e ku wê Sûriyeyê demokratîk bikin.

'Êrîş li dijî demokratîkbûna Sûriyeyê ye'

Ev êrîş li hemberî demokratîkbûna Sûriyeyê ye. Êrîşa li dijî afirandina Sûriyeya demokratîk e, ku kurd bi gelên ereb, asûrî-suryanî, tirkmen, çerkes, ermenî, durzî hewl dide vê demokratîkbûnê pêk bîne. Ji xwe rayedarên dewleta tirk bi rengekî vekirî dan xuyakirin, ku hedef ne DAIŞ e. Eşkere kirin ku hedef Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk e, ku YPG û hemû gelên li herêmê di nav de cih digirin.

Hêzên navneteweyî jî, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî yên bi Tirkiyeyê re, vê êrîşê ji nedîtî ve tên. Ev ji nedîtî hatin, nîşan dide ku ew jî Sûriyeyeke demokratîk naxwazin. Di nava têkoşîna hêza siyasî de bi her awayî têkiliyên qirêj dafirînin û gelan qurbanî berjewendiyan dikin.

'Dewleta tirk dixwaze bandora xwe li ser Sûriyeyê zêde bike'

Armanc ji Federasyona Bakurê Sûriyeyê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser bingeha demokratîkbûnê dixwazin tevî hemû gelan ava bikin, xurtkirina yekîtiya Sûriyeyê ye. Ti armanca Kurdan û gelên li Bakurê Sûriyeyê ji bo parçekirina Sûriyeyê nîne. Tirkiye ji bo veşartina armancên xwe nîşan dide ku ev hêz dixwaze Sûriyeyê parçe bike. Tirkiye hewl dide gelên li Sûriyeyê bike dijminê hev û bi vî rengî li Sûriyeyê hesabên xwe pêk bîne. Yekane armanca dewleta Tirk ew e; pêşî li kurdan bigire ku li ser bingeha bidestxistina mafên demokratîk nebin hêza bingehî a xurtbûna yekîtiya Sûriyeyê. Dixwaze pêşî li demokratîkbûnê bigire, nehêle pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din çareser bibin û bi vî rengî Sûriyeyê qels bihêle.

Dewleta tirk bi dagirkirina Cerablûsê re dixwaze bi rêya çeteyan bandora xwe ya li ser Sûriyeyê zêde bike. Ji bo vê armanca xwe, hêzên dij bi kurd jî bi kar tîne. Piştî ku kurdan bêbandor bike, bi têkilî û zîhniyeta xwe ya mezhebparêzî dixwaze rê li ber bicihanîna armancên xwe yên li Rojhilata Navîn veke.

Dewleta tirk niha pêşengiyê ji dijberiya demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn re dike. Bi eciqandina kurdan û hemû hêzên demokrasiyê re dixwaze, xwe û hemû rejîmên otorîter ên zordar ên li Rojhilata Navîn biparêze. Lewma divê ev êrîşa Tirkiye bi hevkarên xwe dike, weke êrîşa li dijî hemû demokrasîxwazên li Rojhilata Navîn bê dîtin. Ji ber vê yekê, divê hemû gelên demokrasî û jiyana azad dixwazin, li ber vê êrîşê rabin.

Desthilatdariya AKP’ê ya heyî, hebûna xwe bi binpêkirina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn ve girê daye. Ji ber vê yekê êrîşî hêza herî demokratîk a Rojhilata Navîn kurdan û tifaqên wan ên demokratîk ên li Sûriyeyê dike.

Banga geşkirina têkoşînê

Girîng e kurd û hemû hêzên demokrasiyê li hemberî van êrîşan li hev bicivin. Pêwîst e kurd vê êrîşê ne tenê li hemberî kurdên li Rojava bibînin. Divê weke êrîşek li dijî hemû kurdan bibînin, bi vî rengî yekîtiya xwe xurt bikin, helwesteke hevpar nîşan bidin û têbikoşin. Gelê kurd û hêzên demokrasiyê, çawa ku li hemberî êrîşên li dijî Rojava û Kobanê hêza xwe kirin yek û têkoşiyan, divê niha jî li hemberî vê êrîşê helwestê nîşan bidin û têkoşînê geş bikin.

Dewleta tirk bi destê DAIŞ’ê êrîşî Şoreşa Rojava û Kobanê kir. Piştî ku ev êrîşa bi destê DAIŞ’ê hat kirin bi ser neket, niha bi xwe yekser êrîş dike. Lewma, gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye û cîhanê, çawa ku li hemberî êrîşa li dijî Kobanê bi rengekî hevpar têkoşiyan, divê niha jî bi ruhê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û Berxwedana Kobanê ya 6-7-8’ê Cotmehê rabin ser piyan, li hemberî van êrîşan Şoreşa Rojava biparêzin û têkoşîna ji bo demokratîkirina Sûriyeyê geş bikin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN