DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Siyaseta kurd amadekariya deklarasyona Amedê dike

 
25 Tebax
09:23 2016

AZÎZ ORUÇ / VEDAT DAG

AMED (DÎHA)
- Piştî deklarasyona KCK'ê siyaseta kurd li Amedê amadekariya civîneke berfireh dike. Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku ew dê der barê deklarasyonê de ji bo pêvajoyê biryarên girîng bigirin. Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî aşkera kir ku îro mijara herî girîng rola Ocalan e.

Deklarasyona ji hêl KCK'ê ve hat îlankirin di raya giştiya Tirkiye û Kurdistanê de di aliyê çareseriya meseleya kurd de hêviyek da avakirin, siyaseta kurd li Amedê hin nîqaşan dimeşîne. Piştî nîqaşên der barê kaosa li Tirkiyeyê, meseleya kurd, azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rojava û geşedanên li herêmê, dê ji hêla HDP, DBP, KJA, KCD û HDK'ê ve di 31'ê Tebaxê roja çarşemê hin biryarên girîng bên giritn. Deklarasyona dê li ber avahiya KCD'ê saet di 17'an de bê dayîn, di raya giştî de meraqeke mezin da avakirin. Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel der barê pêvajoyê de ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin.

'Mijara herî girîng rola Ocalan e'

Wekîla HDP'ê Çaglar Demîrel diyar kir ku piştî derbeya 7'ê Hezîranê, piştî wê derbeya 15'ê Tîrmehê, AKP di bin navê "ez bi derbekaran re têdikoşîm" li dijî gelê kurd şer daye destpêkirin, pêvajoya îro wekî pêvajoyeke zehmet nirxandi. Demîrel da zanîn rojeveke girîng a Tirkiyeyê nediyarbûna rewşa Ocalan, deklarasyona KCK'ê, neçareserkirina meseleya kurd û êrîşên tên meşandin e û aşkera kir ku îro mijara herî girîng rola Ocalan e.

'Daxuyaniya KCK'ê Tirkiyeyê ji krîzê derdixe'

Demîrel bal kişand ser girîngiya deklarasyona KCK'ê û aşkera kir ku di pêvajoyeke wiha de roleke girîng dikeve ser milê saziyên sivîl û partiyên siyasî û ev tişt got: "Ji bo Tirkiye ji vê krîzê derkeve, tenê riyek heye ew jî çareserî û muzakere ye. Me wekî HDP, DBP, KJA, KCD û HDK'ê demên borî jî di vê der barê de daxuyanî dabûn."

Demîrel destnîşan kir ku ew dê ji bo çareserî bi pêş keve, rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, OHAL û hwd dê di 31'ê Tebaxê de bi beşdariya hemû hevgirtiyên HDP'ê dê daxuyaniyeke girîng bidin.

Tuncel: Em ê helwesta xwe daynin holê

Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel jî bal kişand ser daxuyaniya dîrokî ya 31'ê Tebaxê û da zanîn ku ew dê li ser nîqaşên hatine kirin hin parvekirinan bikin û ev tişt anî ziman: "Hêj nîqaşên tên kirin berdewam dikin û gelekî bi hêz derbas dibe. Em ê bi hêzeke mezin helwesta xwe daynin holê." Tuncel got dê bi beşdariya hemû hevkaran ev daxuyanî bê dayîn û piştrast kir ku ji bo Tirkiye ji vê kaosê bê derxistin divê biryareke hevpar bê girtin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN