Barzanî li Meclîsê bi HDP û AKP'yiyan re hat gel hev
ENQERE (DÎHA) - Serokê KDP'ê Mesûd Barzanî, li Meclîsê Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî di nav de, bi komekê re bi awayekî ji çapemeniyê re girtî hevdîtin pêk anî.
Serokê KDP'ê Mesûd Barzanî yê duh hat Tirkiyeyê, li Meclîsê bi AKP û HDP'ê re hat gel hev. Bi Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlementerê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû û Alîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê re bi awayekî ji çapemeniyê re girtî, hevdîtinê pêk tîne.
Derbareyê hûrguliyên hevdîtinê de tu agahî bi dest neketin.
(red)