Erdogan îtîraf kir: Hedef PYD ye
ENQERE (DÎHA) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser ketina leşkerên Tirk ya Cerablusê daxuyaniyek da û wekî îtîrafekê eşkere kir ku hedefa wan ne DAIŞ, kurd û hêzên demokratîk in.
Danê sibehê leşkerên Tirkiyeyê sînorê axa Sûriyeyê derbas kirin û dest bi dagirkeriya bajarê Cerablusê kirin. Di encama vê dagirkeriyê de heya niha leşkerên Tirk 29 sivîl qetil kirine. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan têkildarî mijarê derket pêşberî çapemeniyê û li xwe mukur hat ku wan ji bo hêzên Kurdî û demokratîk ev êrîş dane destpêkirin. Balkêş e ku ev 4 sal e bajarê Cerablus di destê çeteyên DAIŞ`ê de ye, lê heya niha Tirkiyeyê helwestek biçûk jî nîşan nedanye, berevajî wê, her tim bi alîkarîya xwe ya ji bo çeteyan hatiye rojevê. Lê piştî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD Minbic rizgar kir û piştre jî Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê hat ragihandin, Tirkiyeyê dest de bi êrîşan kirin. Erdgan di itîraf^ne xwe de diyar kir ku hedef PYD û DAIŞ e. Lê heta niha li dijî DAIŞ'ê tu êrîşên Tirkiye pêk nehatiye.
(mae)