DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Çanda gelan li kuçeyan olan dide

 
24 Tebax
12:16 2016

ÎZMIR (DÎHA) - Li Îzmirê 7 ciwanên ku hatin gel hev, Koma Muzîkê ya Zakîr ava kirin û bi zimanên kurdî, tirkî û bi şêwazên civaka elewiyan muzîka kuçeyê distirên û çanda gelan li kuçeyê dirêsin.

7 ciwanên di sala 2014'an de li Îzmirê hatin gel hev, Koma Muzîkê ya Zakîr ava kirin, ev 2 sal e muzîka kuçeyan distiren. Koma ku ji her hemû bertekan jî xebatên xweyên muzîkê dimeşînin, cem û çanda elewiyan li kuçeyan tînin ziman. "Zakîr" di heman demê de tê wateya zikirê, kom di xwaze bi vê riyê hêsên xwe bîne ziman.

‘Em cemê tînin kuçeyê’

Murat Kirmizioglu di komê de Kohonê bi kar tîne, diyar dike ku bi salan helbestên elewiyên Bektaşî di cihên veşartî de neçarî xandinê bûye. Kirmizioglu diyar kir ku ev çand ji hêla beşeke civakê va nayê qebûl kirin, ji bo wê jî divê xwedî lê bê derketin û ev tişt got: "Bi taybetî ev xebat ji hêla elewiyan ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin, dîsa stranên kurdî rastî bertekên nijadperestan tê. Lê kuçe qada hevpar a hemû kesan e."

‘Muzîk cureyekî pênaseyê ye’

Santurvanê komê Umît Uçucu jî der barê Zakîrê de agahî da û aşkera kir ku tê wateya kesê li tembûrê dide û di heman demê de bi bîranîn, fêmkirin e û wiha pêde çû: "Muzîk ji bo min şêwazekî xwe pênasekirinê ye. Li kuçeyan her kes dikare bê gel hev, li kuçeyê cudahiyeke statuyê tune."

‘Em muzîkên li ser vê axê bi hev re dihûnin’

Talha Burîş gîtarvanê komê ye, Burîş bi lêv kir ku ew li kuçeyê bi mirovan re hêstên xwe parve dikin. Burîş got ku ew ne tenê gotarên elewiyan tînin ziman û ev tişt anî ziman: "Em li kuçeyê bi hev re hin tiştan parve dikin. Tişta ku em hîs dikin ew jî hîs dikin. Em muzîka vê axê bi hev re dihûnin û mirov jî vê yekê dibînin."

Perkusyonvanê bi navê Înan Ekmekçî jî got ew dixwazin mirovan kêfxweş bikin û destnîşan kir ku çanda kurd û elewiyan nêzî hev e, ji ber vê yekê jî ew berhemeke hevbeş dikarin derxin holê.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN