Santrala Metsamorê Îdirê jahrînî dike
ÎDRÎS SAYILGAN
ÎDIR (DÎHA) - Santrala Nukleerê ya bajarê Metsamorê ya Ermenîstanê welatiyên Îdirê jahrînî dike. Ji ber radyasyona santralê di saleke dawî de 3 ciwanên gundê Mûştaliyê bi pençeşêrê jiyana xwe ji dest dan. 5 ciwan jî nexweş ketin. Dîsa ji ber radyasyonê êdî çêre jî xelas dibe û sewalkarîe tune dibe.
Santrala Nukleerê ya li bajarê Metsamorê ya Ermenîstanê hatiye avakirin ji ber radyasyonê talûkeyek mezin li der û dorê belav dike. Santrala di 1977'an de ji aliyê Rûsya ve hat avakirin ji ber gazê der û dorê jahrînî dike. Gundê Mûştaliyê yê Îdirê ku 30 kîlometre dûrî Santrala Nukleerê ye ji ber radyasyonê sewalkarî û çandinî jî tune dibe. Li aliyê din welatiyên gund ji ber gaza santralê nexweş dikevin û bi pençeşerê ji yana xwe ji dest didin. Ji ber radyasyona santralê di saleke dawî de 3 ciwanên gundê Mûştaliyê bi pençeşêrê jiyana xwe ji dest dan. 5 ciwan jî nexweş ketin. Dîsa ji ber radyasyonê êdî çêre jî xelas dibe û sewalkarîe tune dibe.
Welatiyê Gundê Mûştaliyê Kerem Çelik, diyar kir ku heta niha 5 ciwanên gund ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dan. 2 ciwan bi nexweşiya pençeşêrê ne. Ciwanên ku li nexweşxaneyên Kayserî, Erzirom û Stenbolê tên dermankirin hene. Ji ber radyasyonê çandinî û sewalkarî tune dibe. Çelik, da zanîn ku rayedarên dewletê pirsgirêkê nabînin û wiha got: "Gelek caran hatin lêkolîn kirin lê enca tune ye. "
Di salekê de 3 jiwan mirin
Welatî Teymur Terek jî anî ziman ku di salekê de 3 ciwan mirin û wiha got: "Roj bi roj taluke mezin dibe. Radyasyona santralê çandinî û sewalkarî tune kiriye. Ji ber radyasyonê gelek darên team hişk bûn û me jêkir. Sewalên me nexweş dikevin dimirin.
Welatî Hamza Memiş jî ani ziman ku kurê wî 12 sal berê hêj 32 sali bû bi pençeşêrê jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Biraziyê min 3 meh berê ji pençeşêrê mir. Kurê Hevlingê min mehek merê mir. Gelek jê li nexweşxaneyên cuda tên termankirin. Berê li vir zebeş, tirî, û gelek cureyên team çêdibûn. Lê êdî team li vir çênabe.
Welatî Kemal Tere jî anî ziman ku da zanîn ku zerarê dide çandinî, çotkarî, sewalariyê û derdorê jahrînî dike.
(mae)