Yuksek: Divê aştî û demokrasiyê pîroz bê dîtin
EDENE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku riya Tirkiyeyê ji kaosê derketin siyaseta demokratîk e, ji bo demokrasiya radîkal pêk bê divê hemû saziyên siyasî bên gel hev ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Tirkiyeyê diyalog û muzakere bên destpê kirin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê tê girtin, bi riya parêzerê xwe der barê pêvajoya siyasî û zextên li girtîgehê de agahî da. Yuksek aşkera kir ku ew ji 4 mehan zêdetir e di girtîgehê de ye, bi îlana OHAL'ê re zext û pêkûtiyên li girtîgehan gelekî zêde bûne û mafên wan tên xespkirin.
Yuksek da zanîn hevdîtinen bi parêzeran re jî hatine kêmkirin û ev tişt got: "Hefteyê saetekî demê didin. Ev saetek jî bi çavdêriya kamera û peywîrdaran de derbas dibe. Carna ev saetek heta 20 an jî 15 deqan dikeve. Ev hemû binpêkirinên mafên mirovan e."
Yuksek aşkera kir ku kumpasên li dijî siyasetmedarên kurd ji hêla polîsên endamên Cemaeta Fethullah Gulen ve pêk hatine, operasyonên sala 2009'an ên KCK'ê ji hêla Cemaeta Gulen ve hatine bi rêvebirin û bi hezaran kurd hatine girtin. Yuksek girtina xwe û girtinên demên dawî jî wekî kompasekî nirxand û aşkera kir ku axaftinên wî yên partiyê di dosyayekî de hatiye berhevkirin û bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin.
'Ne nijadperestî demokrasî girîng e'
Yuksek der barê "Eniya Mîllî" ya piştî hewldana derbeyê ji hêla AKP, CHP û MHP'ê ve hat avakirin jî nirxand û got ku gotina demokrasiyê ya di vê serdemê de tenê di gotinê de maye. Yuksek bang li hêzên demorkasiyê jî kir û hat gotin ku divê li dora demokrasiya radîkal hemû saiyên siyasî bên gel hev. Yuksek bi lêv kir ku divê nijadperestî na, demokrasî û aştî pîroz bê dîtin û di vê çarçoveyê de têkoşîn bê dayîn.
Yuksek herî dawî bal kişand ser pîroziya demokrasî û aştiyê û bi gotinên wekî "Em her dem alîgirên aştî û çareseriyê ne. Lê hin aliyên di nava dewletê de hemû hewldanên meyên nêzbûna aştî, çareserî û parastina demokrasiyê bi lîstokan xirbab kirin." dawî li axaftina xwe anî.
(ms)