DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Di siyaseta kurd de bibiryarbûna dîrokî: 31'ê Tebaxê FLASH

 
23 Tebax
10:48 2016

HAYRÎ DEMÎR

ENQERE (DÎHA)
- Di pêvajoya dîrokî ya Tirkiye derbas dibe de piştî weşandina deklerasyona KCK'ê bala hemû derûdoran li ser siyaseta kurd e. Siyaseta kurd jî ji bo 31'ê Tebaxê birayarekî nû girîng girt. Hevserokên KCD, HDK, DBP, HDP, KJA, parlamenter, hevşaredar jî di nav de hemû bijarte ji bo daxuyaniya krîtîk û girîng a Amedê amadekariyê dikin.

Di pêvajoya dîrokê ya ku Tirkiye û Kurdistan derbas dibe de Lijneya Rêveber a NAvendî (MYK) a HDP'ê civîya. Di civîna ku nêzî 7 saetan berdewam kir de nîqaşên cidî hatin kirin û biryar hatin girtin.

Di civînê de geşedanên ku Tirkiye saleke dijîn, pêvajoya şer, êrîşên li dijî Kurdistanê, hewldana darbeyê, planên kaosê yênku nû ketine dewreyê di civînê de bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Di civîna ku li gori civînên din dirêj berdewam kir de geşedanên herî girîng jî deklerasyona ku KCK'ê weşand û teqîna li Dîlokê bû.

Ji bo roja dîrokê amadekariya dîrokî

Di nîqaşan de noqteya hevpar jî tespîta "Tirkiye ji fetlanekekî dîrokî re derbas dibe" bû. Di cîvînê de deklerasyona ku KCK'ê weşand bi berfirehî hate nîqaşkirin, û ji bo ku hikûmet û dewlet û hêzên demokrasiyê li gorî wateya wî qebûl bikin ji bo vê yekê qebat bên kirin nêzîkatî derket holê. Di civîna ku êvarê bi dawî bû de ya herî girîng jî biryara destpêkirina amadekariyên hewldana 31'ê Tebaxê hat girtin. Li gorî çavkaniyên ji paritiyê daxuyaniya ku di 31'ê Tebaxê de bê dayîn wekî "Rojekî dîrokî" tê nirxandin û tê gotin dê amadekariyeke li gorî vê bêkirin.

Têkîldarî helwestê agahî nayê dayîn lê tê gotin ku ji bo aştiya Tirkiyeyê dê xwedî wateyeke dîrokî be. Jibilî vê tê gotin ku di heman demê de ji bo tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hewldana darbeyê jî helwest bê nîşandan.

Di 31'ê Tebaxê de bala hemû kesan dê li Amedê be

Hate hînbûn ku ev helwesta ku naveroka wî nayê gotin dê li Amedê bi rayagiştî re bê parvekirin. Hate hînbûn ku hemû Hevserokên KCD, HDK, DBP, HDP, KJA, hemû parlamenter, hevşaredar û hemû bijarte dê li Amedê bin.

Ev agahiyên ku piştî civîna MYK a HDP'ê hatin bidestxistin dema ku bi geşedanên çend rojên dawî ve bên destgirtin 31'ê Tebaxê ji bo siyaseta kurd dê dîrokekî be.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN