Beştaş: Werin em li banga KCK'ê xwedi derkevin
AMED (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, deklerasyona KCK'ê nirxand û xwest her kes li banga KCK'ê xwedî derkevin. Beştaş, xwest her kes bibin bersiva banga KCK'ê û ji bo çareseriyê gavan bavêjin.
Her çend hikûmet bersivek erênî nede daxuyaniya KCK'ê jî hemû beşên civakê û hêzên demoratîk banga KCK'ê ya çareseriyê bi erênî pêşwazî dikin. Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş, deklarasyona KCK'ê û şertên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û xwest her kes vê bang û deklerasyona KCK'ê rast û baş binirxîne. Beştaş, da zanîn ku dekrerasyona KCK'ê di demek wisa de hat dayîn ku ji bo her kesî bû hevî û bi awayekî xweşbinî hat pêşwazîkirin û wiha got: "Demek dirêj e ji beşên cuda û YE'ê yê banga vegerin pêvajoya çareseriyê tê kirin. KCK'ê hemû bang li ber çavan girtin û li ser bangên der û dorê ev deklerasyon aşkare kir. Ev biryarek gelek watedar û girîng e. Di vê deklerasyonê de pir aşkere dixwaze ku heyetek bi Ocalan re hevdîtin bike. Daxwaza KCK'ê pir zelal û aşkere ye. Di destpêka daxuyaniyê de ji aliyê gelek beşên civakê ve erênî hat pêşwazîkirin. Ji 25'ê Tîrmehê heta niha Tirkiye ketiye nava pêvajoyek pir dijwar. Li her dera Tirkiye xwîn tê rijandin. Heta ku pirsgireka kurd bi riya demokrasiyê neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe.
Beştaş, da zanîn ku piştî piştî deklerasyona KCK'ê bi komkujiyê bersiv hat dayîn û wiha got: "Di 13'ê Nîsana 2009'an de biryara agirbestê ya KCK'ê hebû. Di 14'ê Nîsana 2009'an de komkujiya siyasî dest pê kir. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Serêkaniyê 2 polis hatin kuştin. Di 10'ê Cotmeha 2015'an de deklerasyon hat weşandin, lê li Enqereye komkujî pêk anîn. Li gel hemû astengiyên li pêş aştiyê dîsa hêza aştiyê mezin dibe û belav dibe. Li Dîlokê 29 zarok hatin qetilkiin.
'Em banga KCK'ê hembêz bikin'
Beştaş, da zanîn ku di vê pêvajoyê de AKP diheşe û wiha berdewam kir: "Niha li Tirkiye faşizm heye. Divê hikûmet xwe rast bike riya çareseriyê azadî û aştî ye. AKP komkujiyên heyî bi cemaet û Ergenekonê ve girê dide. Niha li Dilokê êşek pir mezin heye. Li gel vê yekê li ser hesabê cuda tev digere. Di vê pêvajoya wisa de divê her kes li deklerasyona KCK'e xwedî derkeve û hembêz bike. Leşker, gerîlla, welatî û hemû beşên civakê ji vê deklerasyonê bi hêvî ne. Divê em vê heviya hemû beşên civakê mezin bikin."
Divê teqez heyetek biçe Îmraliyê'
Beştaş, da zanîn ku daxwaza sereke ya KCK'ê ewe ku heyetek ji meclîsê bê avakirin û biçe Îmraliyê hevdîtin bike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêya diçe aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Reya aştî û çaraeseriyê di îmraliyê re derbas dibe. Ji ber vê yekê divê divê biryar, cesaret û sebr hebe. Divê berî her tiştî şer raweste. Qanûna Bingehîn a Demokratîk bê avakirin û hemû mafê kurdan di vê qanûnê de bê parastin."
(mae)