DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Nîşaneyekî biçûk a ji Îmraliyê bê dê welat ji kaosê derxîne'

 
23 Tebax
09:24 2016

AZÎZ ORUÇ / VEDAT DAG

AMED (DÎHA)
- Rêxistinên civakî yê sivîl ên Amedê piştgirî dan deklerasyona KCK'ê û diyar kirin ku heke bersiveke erênî bê dayîn çareserî pêk bê. Endamê Lijneya Rêveber a DÎSÎAD'ê Burç Baysal diyar kir ku nîşaneyekî biçûk a ji Îmraliyê bê Tirkiyeyê ji kaosê derxîne.

Ji bo deklerasyona ku KCK'ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aşkera kir piştgirî didomin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê jî piştgirî dan deklerasyonê.

Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Karsazan (DÎSÎAD) a Amedê Burç Baysal diyar kir ku aşkerakirina dekmerasyonê gelek bi qîmet e û piştî vî daxuyaniyê divê qada siyasî bikeve dewreyê û ji bo çareseriyê helwestê nîşan bide. Baysal bilêv kir ku daxwaza KCK'ê ya ku ji Meclîsê heyetek biçe Îmraliyê qaneata hemû kesan e û divê ev heyet di demeke kin de biçin Girava Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin, nîşaneyeke biçûk a ku ji Îmraliyê bê jî dikare hemû Tirkiyeyê ji kaosê derxîne.

'Pêvajoya çareseriyê divê ji saricê bê derxistin'

Baysal bilêv kir ku divê AKP ji berjewendiyên biçûk derkeve û berjewendiyên gel li ber çavan bigire, çareseriyeke li Tirkiyeyê de bandorê li Rojhilata NAvîn jî bike û aştî pêk bê. Baysal wiha axivî: "Divê ji çareseriya siyasî dur nesekinin. Divê pêvajoya çareseriyê ji sarincê bê derxistin. Em weke rêxistinên sivîl ji peywirê nerevin. Heta dawî em dibêjin bi çareseriyê re ne. Divê di demeke kin de ji bo bangawaziyê bersiv bê dayîn."

'Daxuyaniya KCK'ê girîng e'

Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê (DTSO) a Amedê Ahmet Sayar jî anî ziman ku li herêmê ji ber şer di sala dawî de gelek êş hatine jiyîn, divê vegera çareseriyê pêk bê. Di pêvajoyeke wisa de KCK'ê daxuyaniyeke gelekî girîng daye û wiha berdewam kir: "Çareserî bi hevdîtina Rêberê PKK'ê re dikare bê lêgerandin. HEke PKK biryara bêçalakîbûnê bigire û gavên pêwîst bê avêtin diyalog û pêvajo dikare pêş bikeve."

'Îmrali dê riya çareseriyê veke'

Serokê Yekîtiye Odeyên Esnaf û Sanatkaran Alîcan Ebedînoglu jî destnîşan kir ku bi salan e wekî rêxistinên civakî yên sivîl dibêjin pirsgirêk dikare bi diyalogê ve bê çareserkirin. Ebedînoglu bilêv kir ku daxayunaya KCK'ê girîng e û wiha got: "Peywira çareseriya pirsgirêka kurd niha di meclîsê de ye. Ji ber ku meclîs ji bo pirgirêkê nabe çareserî di heman demê de berpirsyarê xwîna ku tê rijandin e jî. Dawaza KCK'ê ya ji bo heyetek biçe Îmraliyê di heman demê de daxwaza çareseriyê nîşan dide. Hevdîtinekî bi vî rengî dê pêşiya çareseriyê veke."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN