DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Divê ziman di hemû qada jiyanê de bê bikaranîn!

 
23 Tebax
09:23 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Li dijî hemû polîtîkayên pişaftinê KURDÎ-DER'a Îzmirê xebat û kûrsên xweyên perwerdeya bi kurdî berdewam dike. Perwerdevanê KURD-DER'ê Murat Emektar diyar kir ku divê zimanê kurdî di hemû qada jiyanê de bê bikaranîn û ev pirsgirêk bê çareserkirin.

Komeleya Pêşxistina û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) li dijî hemû zext û pêkûtiyan jî di xebatên xweyên pêşxistina zimanê kurdî de bi israr e. Rojên borî di serî de HDP, Egîtîm Sen û KURD-DER ji hêla polîsan ve hatibûn serdagirtin û gelek kes hatibûn binçavkirin. Perwerdevanê KURDÎ-DER'ê Murat Emektar destnîşan kir ku divê di hemû qada jiyanê de kurdî bibe zimanê jiyanê.

‘Em bi zimanê xwe jiyanê bihûnin’

Emektar aşkera kir ku li Îzmirê zêdehî bi zimanê tirkî tê axaftin, ji ber vê kurdî bi bîrbûnê re rû bi rû ye û ev tişt got: "Dema li nivşê nû û li nivşê kevin bê mêzekirin ev rewş bi zelalî xwedide nîşan. Nivşên nû êdî li taxan lîstikên xwe jî bi kurdî naleyzin. Heke zimanê kurdî ji hêla zarokan ve bê axaftin û nivîsandin dê winda nebe. Me di vê der barê de xebatên xwe zêde kirin. Berê çawa di her qadê de ziman serdest bû, dê îro şûnde jî wiha be."

‘Hincet nema ye’

Emektar bi lêv kir ku divê her welatiyekî kurd zarokên xwe di aliyê kurdî de bi pêş bixe û wiha pêde çû: "Êdî hincetên wekî kurdî hîn nebûn nema ne. Di serî de KURDÎ-DER gelek navendên perwerdeya zimanê kurdî didin hene, divê her kes kurdî bizanibe."

Emektar aşkera kir ku KURDÎ-DER, di nava hefeyê de her roj li avahiyên HDP'ê yên Bornova, Karşiyaka, Bayrakli, Karabaglarê saet di 19.00'an de, rojên çarşem û pêncşemê li Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz a Îzmirê saet di 18.00'an de, li gel vê rojên sêşemê saet di 19.00'an de li Egîtîm Sena Manîsayê kûrsên bi zimanê kurdî tên dayîn.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN