DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Bagriyanik: KCK'ê ji bo çareseriyê rê nîşan da divê hikûmet bersivê bide

 
22 Tebax
09:18 2016

STENBOL (DÎHA) - Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik deklerasyona KCK'ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd weşand nirxand, diyar kir ku deklerasyon ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî rê û rêbazan nîşan dide. Bagriyanik anî ziman ku dor niha ya hikûmetê ye ku bersivê bide deklerasyonê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê roja borî li ser daxwaza "hin dewlet, saziyên ku di qada navneteweyî de ji bo pirsgirêk bi riyên aştiyane bên çareserkirin dixebitin, hin rêxistinên dost ên li başûrê Kurdistanê, hin navendên hêzê yên li Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, HDP'ê ya ji bo ku vegera muzakereyê pêk bê, pirsgirêk bi riya muzakereyê bê çareserkirin" deklerasyon weşandibû û ev deklerasyon di rojevê de cihê xwe diparêzê. Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik têkîldarî deklerasyona KCK'ê, teqîna li Dîlokê û agahî negirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji DÎHA'yê re nirxand.

* Deklerasyona KCK'ê ji bo çareserkirina pirsgirêkê gavên ku divê bên avêtin vedibêje. Girîngiya deklerasyonê ya di vî pêvajoyê de çi ye?

Pêvajoya ku em di nav de polîtîkayên şer kurtir bûye. Pêvajoya ku hewldana darbeyekî pêk hatiye. Ji bo gelê kurd hem azadî hatine sînorkirin hem jî ji holê hatiye rakirin. Di pêvajoya ku xeretera şerê navxweyî heye de ev deklerasyona ku KCK'ê weşandiye tenê çareseriya pirsgirêka kurd venabêje. Di heman demê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî rê û rebazan nîşan dide. Ji ber vê yekê jî girîng e. Ji bo aştiyê dibe ku ji bo pêvajoyeke diyarker rê veke. Hikûmeta AKP'ê jî dê mecbûr bimîne ku bersivê bide.

* Li gorî we hikûmet dê bersivê bide vî deklerasyonê? Yan jî bersiv nedayîna hikûmetê dê bê çi wateyê?

Bersivê nede ev dê bê wetaya ku hêzên ku polîtîkaya şerê qirêj dimeşînin û di nava hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê de cih girtin, mekanîka darbeyê berdewam bike. Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin ku deklerasyonê mekanîka darbeyê pûç kir.

* Piştî deklerasyonê li Dîlokê DAIŞ'ê li dijî kurdan qatlîam pêk anî. Wekî vê piştî ku KCK'ê biryara bêçalakiyê girtibû li Enqereyê di 10'ê cotmehê de ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatibû. Gelo têkîliya van bi hev re heye. Dixwazin gelo peyamekî bidin?

Dema hevdîtinên li Îmraliyê daxuyaniyên ji bo agirbestê û pêkanîna vê yekê çêbû. Dema ku mirov dîroka têkoşîna azadiya kurd dinêre beriya ku tevgera kurd gavan davêje qatlîam, êrîş çêdibin. Me di salên 90'an de jî 2000'an de jî ev yek dît. Herî dawî duh piştî daxuyaniya KCK'ê ev êrîşa ku pêk hat tesadfu nîne. Hêzên ku mekanîka darbeyê dixin dewreyê kî ne ya ku ev êrîş pêk anîn jî ew in. bi vî nirxandinê em berpirsyariya AKP'ê ya di qatlîamê de jî kêm nekir. Wekî wan berpirsyar e. Ev rêxistin li cihên wekî Dîlokê li taxan bi awayeke fermî xwe rêxistin dikin. Dewlet an ji bo çeteyên DAIŞ'ê derfetê dide yan jî çavên xwe ji wan re digire.

* Li Rojava geşedan çêbû. Hamleya azadkirina Minbicê hebû. Piştî destkeftiyên kurdan ên li wan deran pêkanîna vî êrîşê balê dikişîne. Hûn çawa dinirxînin?

Êdî DAIŞ tenê rêxitinekî li Kurdistanê têkoşîna azadiya kurdan asteng dike nîne hemû gelen tehdîd dike. Hikûmeta ku hişyariyên Rêbertiyê ya dar berê şaşitiyên polîtîkayên wan guhdar nekir niha vê yekê îtiraf dike. Dibêjin polîtîkayên wan şaş bûn. Wê demê polîtîkaya rast aştiya xwe ya navxweyî pêkanîn e. Wekî ku di deklerasyona KCK'ê de jî tê gotin gavên ku Rêbertî ji bo çareseriyê pêşkêş kiribû divê bên avêtin.

* Di deklerasyonê de li ser hevdîtina bi Ocalan re bi taybetî tê rawestandin. Tecrîda li ÎMraliyê girantir dibe. Hûn vê yekê gelo çawa dinirxînin?

Çareserkirina pirsgirêka kurd ji nêzîkatiya rêbertiyê derbas dibe. Pirsgirêkekî civakî heye û di çareseriyê de jî Rêbertiyekî diyarker heye. Rêbertî tevahî civakê îfade dike. Heke hûn tecrîdê pêk bînin ev tê wateya hûn neçareseriyê ferz dikin. Em vegeril li paşerojê binêrin hemû pêvajoyên çareseriyê bi banga rêbertiyê hatiye destpêkirin. Çawa diyalog hatiye qutkirin, tecrîd hatiye kurkirin wê demê şer kurtir bûye. Îro jî gel di nava şerde hatine hiştin.

* Di deklerasyonê de tê gotin heyetek ji meclîsê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Heke ev pêk bê dê çi biguhere? Pêşdîtina we çi ye?

Dibe ku em ji polîtîkaya şerv egerin polîtîkaya çareseriyê. Me her carê got ku çaraseriya ku pêk tê jibilî azadiya rêbertiyê tu rê tuneye. Heyetek ji parlamentoyê çûyîna Îmraliyê tê wateya ku çareserî li meclîsê bibe fermî, divê bibe polîtîkaya dewletê û ji bo vê yekê jî divê bibe fermî. Tenê ne heyeta me em dixwazin hemû beşên civakî di çareseriyê de cih bigirin. Ji bo vê jî bêguman dê têkoşîna me bidome. KCK'ê rê û rêbaza xwe ya çareseriyê nîşan da. Divê hikûmet jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikire dayne holê.

Mutabaqata Dolmabahçeyê ji bo Tirkiyeyê girîng e. Vegera rêgez û esasên wî û pêkanîna vê divê. Bi aweyeke yek alî dê şer kur bibe, hêzêr darbeyê xurt bibin û polîtîkay3en xwe bixin dewreyê ev jî ji bo tu kesan sudewar nîne. Pirsgirêk hatine jiyîn, ji ber neçareseriyê têkoşîna çekdarî çêbûye, pevçûn qewimiye lê çareseriya van diyalog û muzakere ye. Heke gav bên avêtin em ê çi bikeve li ser milê me bikin.

* Di deklerasyonê de peyameke zelal a "heke gavên çareseriyê bên avêtin pirsgirêka kurd dê di meheke de bê çareserkirin" cih digire. Heke ev bi cih bê dê xebatên Heyeta Îmraliyê çi be?

Di çareserkirina pişrgirêkan de lihevkirina îxtidara siyasî girîng e. Em ê di vî mijarê de daxuyaniyeke berfireh bidin. Me heta niha gazî li hemû partiyên siyasî kir ku rol û mîsyonê bgirin ser xwe. Lê me heta niha dît ku di polîtîkayên AKP'ê yên zayendperest, neteweperest, mîlîtarîst û şer kur dikin de li hev kirin. Piştî hewldana darbeyê lihevkirina CHP, MHP û AKP'ê me dît. Ev tesaduf nîne. Lê hêviya me ew e ku partiyên uk di şer de li hev dikin, di mijara çareserî û aştiyê de jî bên cem hev, ji bo vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.

* Li gorî we hikûmet dê bersivekî çawa bide deklerasyonê?

Li hemberî qatlîama ku li Dîlokê helwesta ku nîşan bidin dê vê diyar bike. Bi azadiya rêbertî, muxatabgirtina wî, tenduristî û ewlehiya wî, heyetên ku em bikaribin ji wî agahî bigirin, şandina malbat û parêzeran dê ev pêk bê. Dibe ku nebêjin me fêm kir ku bi polîtîkayên şerê qirêj ve ev pirsgirêk nayê çareserkirin ji bo çareseriya demokratîk em ê jî berpirsyariya xwe bi cih bînin. Heke vênebêjin jî ji bo azadiya rêberê me divê gav bavêjin û ev dê nîşan bide çawa nêzîkî pêvajoyê dibin. Ji bo vê tu astengî tuneye. Tekane astengî biryargirtina hikûmetê ye û ev yek bi raya giştî re parve kirin e.


* Herî dawî gelo bangaziya we heye?

Ez careke din bang li hêzên demokratîk û îradeya siyasi ya li Tirkiye û Kurdistanê dikim ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê aştiyê biparêzin.

(sa)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN