DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Kursên serdema nû eleqeyeke mezin dibîne

 
22 Tebax
09:16 2016

AMED (DÎHA) - Navenda Çand û Hunerê ya Cîgerxwînê ya di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe didomîne kursên serdema nû eleqeyeke mezin dibîne. Li navendê li 6 beşan kursên ku 3 mehan didomin tên dayîn.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Cîgerxwînê ya di bin banê Şaredariya Peyasê de xebatên xwe didomîne û di gelek beşan de kurs tê dayîn serdema nû dest pê dike. Di vî serdemê dê ji beşên sînema, folklor, wêne, muzîk û wêjeyê de perwerde bê dayîn. Mamosteyê Sînemayê yê navendê Îlham Bakir diyar kir ku çanda kurdî di bin pêkûtiyên giran de ye û bi asîmîlasyonê re rû bi rû ye. Bakir wiha got: "Ji bo ku gelek phebûna xwe bidomîne bingeha vê çand û huner e. Banga me ji bo gelê kurd û ciwanan e. Bila bên saziyên ku bi zimanê xwe perwerde dibin û lê xwedî derkevin."

'Qeydên me gihîşt 400 kesan'

Bakir anî ziman ku armanca wan ji bo nifşên nû çanda kurdî hînkirin e û wiha berdewam kir: "Ligel bandora şer gelek serledan heye. Serlêdanên me ji 1'ê tebaxê dest pê kir dê heka 9'ê îlonê bidome. Şertên qeydan zanîna xwendin û nivîsandinê ye. Em kursên ku 3 mehan pêk tînin. Heta niha hejmara kesên ku hatin qeyd kirin bû 400 kes."

'Çand bingeha hebûnê ye'

Bakir bang li amediyan kir û got ku bingeha hebûna gelekî çand û huner e. Bakir got ku navenda çandê saziyekî ku gel bikaribe hunera xwe pêk bîne ye û piştî 3 mehan dê careke din kursan bidin destpêkirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN