DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demîrtaş: Li ser vê axê ji av û petrolê bêtir xwîn heye

 
21 Tebax
19:48 2016

DÎLOK (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, mala şînê ya taxa Beybahçe ya Şahînbeyê ziyaret kir û sersaxî ji malbatan re xwest. Demîrtaş, anî ziman ku ji ber beg û qral bi hezar salan in li ser vê axê şer dikin ji petrol û avê bêtir xwîn li ser vê axê heye. Demîrtaş, da zanîn ku pêdiviya wan bêtir bi aştî, azadî, edalet û wekheviyê heye.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, piştî komkujiya li Dîlokê pêk hat û 52 kesan jiyan xwe ji dest da, mala şînê ya li taxa Beybahçe ya Şahînbeyê ziyaret kir. Demirtaş, di ziyaretê de sersaxî ji malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane re xwest û şifa ji birîndaran re xwest. Demîrtaş, anî ziman ku dixwaze kurdan bi riya DAIŞ'ê bînin rê, lê tu carî nikarin têkoşîna gelê kurd têk bibin û wiha got: "Ji ber li ser vê axê her dem komkujî pêk hatine, li ser vê axê ji av û petrolê bêtir xwîn heye. Bi hezaran salanin beg, împarator û kral li ser vê axê şerê desthiladariyê dikin û hêj didome. Ya pêdiviya me pê heye ne şer û xwîn e. Ya pêdiviya me pê heye azadî, edalet û wekhevî ye. Ji ber gelê kurd, li ziman, nasname, bawerî û azadiya xwe xwedî derdikeve dixwaze bi êrîşên DAIŞ'ê çavtirsandî bike. Dixwazin kurd û tirk, elewî û sunnî têkevin qirika hev. Dixwazin şerê navxweşî pêk bînin. Li Stenbol, Enqere û Amedê komkujî pêk anînk. Lê bi ser neketin. Di 15'ê Tîrmehê de hewldana darbeyê pêk anîn lê dîsa bi ser neketin. Em tu carî şer naxwazin. Em kesên ku li pey doza xwe ya mafdar û rewa têdikoşin.

Em dixwazin pirsgirêka xwe bi riya diyalog û zagonan çareser bikin. Dixwazin piştî vê hovîtiya li Dîlokê şerê navxweyî bidin destpêkirin. Di vê pêvajoyê de herî zêde pêdiviya me bi aştiyê heye. Ger ku em aştiyê pêk bînin yên li vir bombe teqandin dê qehr bibin. Ev ne tenê şîna HDP'ê yê. Ev êşa hemû kesên bindest e."

Demîrtaş, bang li her kesî kir û xwest di nava piştevaniyê de bin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN