DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Bulut: Êrîşên Hesekê encama lihevhatina 4 dewletên dijberî kurdan e

 
21 Tebax
09:06 2016

RIHA (DÎHA) - Lêkolîner û nivîskar Faîk Bulut diyar kir ku êrîşên li Hesekê encama lihevhatina 4 dewletên dijberî kurdan e û wiha got: "Divê em van êrîşan wekî lihevhatina 4 dewletên dixwazin hebûna kurdan tune bikin û destkeftiyên wan asteng bikin, bibînin. Bi vê gavê tê xwestin Suriye, Îran û Iraq bên cem hev. Bi gotinek din, dixwazin Tirkiyeyê cezb bikin. Ji Tirkiyeyê re dibêjin, 'Ku tu piştgiriyê nedî Artêşa Azad a Suriyê, Ehrar eş Şam, Îhvanî Muslîm, li hemberî kurdan em dê bibin yek û em destûr nadin ku kurd tu mafan bi dest bixin." Bulut diyar kir ku lê plansaziya van dewletan zû bi zû rênaçe.

Nivîskar û lêkolîner Faîk Bulut, êrîşên li ser Hesekê nirxandin û balkişand ser li hevhatina 4 dewletê dagirkerên Kurdistanê. Bulut bi bîr xist ku li ser navbeynkariya rûspî û pêşengên civakê agirbest hatiye îlankirin lê rejîma Baasê di şer de israr kiriye. Bulut wiha axivî: "Yekem car e, leşkerên rejîmê tev li şer dibin û balefirên şer tên bikar anîn. Em dikarin vê bi du awayî binirxînin. A yekemîn girêdayî livdanên hundirîn e. Li gorî vê rejîm dibêje 'çawa be, em dikin Helebê jî bigirin. Em dikarin kurdan jî bigirin bin kontrolê û pêşiya hewildanên wan ên veqetiyanê bigirin'. Li Tirkiyeyê wekî hêzek şer dike ya dînamîk, dixwazin li Hesekê dersek bidin kurdan û pêşketina wan bidin rawestandin. Ev bi plan e an na, ez nizanim. Lê ji plansaziyek stratijîk bêpar e. Lingê duyemîn girîngtir e. Di demên dawî de Tirkiye bi Rusyayê re li hev kir. Nîşaneyên li hevkirina Suriyeyê jî dide. Dibe Îran, Iraq, Suriye, Tirkiye û yek jî Rusya di nav kar de be. Gotina, 'em pirsgirêkên herêmê çareser bikin' gotinek di aliyê dîplomatîk de hatiye gotin e. Divê em wekî lihev hatina 4 dewletên berê yên dixwazin kurdan îmha bikin, ji holê rakin û destkeftiyên wan asteng bikin, bibînin. Ev gavek Îran, Iraq û Suriyeyê digihîne hev. Dixwazin Tirkiyeyê jî cezb bikin. Bi vê yekê ji Tirkiyeyê re gotina, 'Ku tu dest ji Artêşa Azad a Suriyeyê, Ehrar eş Şam û Îxvanî Muslim berdî, em dê bi hev re kurdan tune bikin û destûr nadin ku tu tiştan bi dest bixe."

'Plansaziyan wan bi rê naçe'

Bulut bi bîr xist ku ev gavek biçûk nîne û wiha domand: "Lê piştî Amerîkayê ji bo alîkariyê ji Minbiçê 200 wesayîtên leşkerî şandin, balefirên şer ên Amerîkayê ji bo piştgiriya QSD'ê firiyan, derket holê ku ev yek bi hêsanî pêk nayê. Ji aştiya Tirkiye û Suriyeyê Amerîka dê kêmek zirar bibîne. Neqilkirina hêza şer a koalîsyonê ya ber bi Hesekê ve nîşan dide ku herêmê bi hêsanî nadin Suriyeyê. Ji ber vê planên Tirkiyeyê jî bi hêsanî bi cih nayên. Ev ji bo Tirkiyeyê riyek bi mayîn e. Nikarin vê ceribandinê berdewam bikin. Alî dê nirxandinekê bikin û dawî li vê yekê bînin. Lê xuya ye ku di civîna Tahran, Moskova û Turkiyeyê ku bi îhtîmalek mezin Suriye jî hebûye, li hev kirine. Dê hewil bidin li hemberî pergala kantonal û federatîf tedbîran bigirin."

Bulut daxuyand ku hêj Tirkiye û Suriyeyê bi temamî li hev nekiriye û wiha pêde çû: "Belê Iraq, Tirkiye, Îran û Suriyeyê li Iraqê peymanek seranserî çêkirin. Lê ev ne peymanek e, mewzîgirtinek e. Amerîkayê niha hinek leşker û belefirên xwe şandin Hesekê. Ev peyanek girîng e ji bo Suriyeyê. Ji bo vê, êrîş û pevçûn bi vî awayî berdewam nakin. Ku berdewam bike, hingê tê wateya ku Rusya û Îran vê meselê didomînin. Hişyariyên Amerîkayên li ber çavan nehatin girtin. Hingê hêzên mezin dê bikevin dewreyê."

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN