Ozsoy: Xalên peymana bi Îsraîlê re yên veşartî hene
ENQERE (DÎHA) - Cîgirê Têkiliyên ji Derve yê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku di peymana di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hatiye çêkirin de xalên veşartî hene û wiha got: "Di peymanê de hevkariyên leşkerî, îstîxbarî û bazirganiyê hene."
Cîgirê Têkiliyên ji Derve yê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Hişyar Ozsoy peymana di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin nirxand. Ozsoy anî ziman ku 3 şertên AKP'ê yên wekî tazmînat, rakirina ablokayê û lêborîn xwestine hebûne û wiha axivî: "Ji van 3 şertan yek jî bi cih nehat. Peyvan têkildarî dayîna pere ji bo mexdûran ne 'tazmînat e' telafîkirin e. Di hiqûqa navneteweyî jî tu wateya vê yekê tune ye. Ev pere ji bo AKP xwe bêdeng bike, hate dayîn. Ev pere wekî 'nezaket' hatiye dayîn. Ji ber vê perpirsyariya Îsraîlê ya hiqûqî di qada navneteweyî de nema. Ji îro pêve mexdûrên Mavî Marmarayê doz vekin û qazanc bikin dê Tirkiye zirara wan bide."
'Xalên veşartî hene'
Ozsoy anî ziman ku 6 xalên di peymanê de cih girtîn, tenê aliyek peymanê ne û ev tişt gotin: "Di vê peymanê de hevkariyên leşkerî, îstîxbarî û bazirganiyê hene. Lê hikûmetê ev xal parve nekirin. Ji xwe xalên hatine aşkerakirin jî teva li ser dayîna pere ye. Îsraîlê ji wan re gotiye ez hind pere didim we, êdî doz, ceza û tiştek din tune ye. Tu çi li mexdûran dikî, wisa bike. Lê li pişt vê peymanê, çarçoveyek berfireh heye. Ev nahatin aşkera kirin."
(eb)