DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Mutabakata Neteweyî' dê dîsa kom bibin

20 Tebax
13:12 2016

ENQERE (DÎHA) - Partiyên bi navê AKP, CHP û MHP ku piştî hewldana darbeyê bûn yek û bi navê "Eniya mutabakata Neteweyî" Kom bûn û li Yenîkapi mîtîng pêk anîn dê dîsa bên cem hev.

Piştî hewldana darbeyê li ser banga Serokomar Erdogan AKP, CHP û MHP'ê li dijî kurd, sosyalîst, hêzên muxalif, HDP, DBP, bûn yek û li Yenîkapi ya Stenbolê mîtîng pêk anîn. Partiyên ku "Eniya Mutabakata Neteweyi" ava kirin û piştre mîtîng pêk anîn, hemû nasnameyên li dervî xwe înkar kirin. Piştî civîna li Beştepe û mîtînga Yenikapi niha dixwazin di pêşengiya Serokwezîr Binali Yıldırım de dîsa bi hevserokê CHP'ê Kemal Kılıçdaroglu û Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî re di 22'ê Tebaxê roja duşemê saet di 10.00'an de li Koşka Çankaya kom bibin. Balkêşe piştî gotina serokê CHP'ê ya Kiliçdaroglu "Hûn terorê xelas bikin em ji hemû piştgiriyê re amade ne" bi CHP'ê de tê cem hev. Di vê civînê de jî dixwazin li dijî HDP'ê 3 partî biin yek.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN