DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Serokwekîla HDP'ê Demîrel: Muxalefeta Civakî zora AKP'ê bir

 
19 Tebax
13:42 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, têkildarî polîtîkayên AKP’ê yên li dijî hilbijêr û şaredariyên DBP'ê û rewşa Colemêrg û Şirnexê diyar kir ku muxalîfa civakî bi hikûmeta AKP'ê gav paşde avêt û civakê zora AKP'ê bir.

Îxtîra AKP'ê piştî bertekên saziyên civakî û gel zêde bû, xala têkildarî bajarvaniya Şirnex û Colemêrgê û xala qeyyimê ya der barê şaredariyên DBP'ê de ji pêşnûmeya qanûna turîkî derxist. Têkildarî helwesta AKP'ê Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel, anî ziman ku ji ber bertek û nerazîbûna civakê zêde bû hikûmetê neçar ma gavan paşve bavêje.
Wekîl Demirel, anî ziman ku partiya wan HDP'ê jî li meclîsê bertek û muxalifiyek mezin nîşan da û wiha got: "Di nava 3 rojan de tenê 12 xal di meclîsê re derbas kirin. Me berxwedana ku meclîsê kîlît bikin nîşan da. Me li dijî tevahiya pêşnûmayê bertek û nerazîbûnên xurt nîşan da. Bi taybetî der barê xalên bajar û şaredariyan de me muxalifek xurt meşand. Me biwekîl û wezîrên AKP'î re hevdîtin kirin û me li ser talûkeyên van zagonan axatin kirin. Berxwedana partiya me û gel encam girt. Ger ku ev zagon bên guhertin li Tirkiye şerekî nû li ber derî ye.

Demirel, heri dawî da zanin ku konsepta şerê taybet a îxtidara AKP’ê didome û ger ku hevdîtin û muzekereyên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêke û rê li pêş diyalogê veke dê pêvajo vegere rewşa normal.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN