MSD: Êrîşa Hesekê lîstikeke qirêj e Tirkiye û Îran jî di nav de ne
NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyand ku êrîşa li ser Hesekê lîstokeke qirêj ku Tirkiye û Îran tê beşdar in û bang li welatiyên Hesekê kir ku li hemberî zihniyeta şovenîst a rejîma Baas bibin yek.
Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê êrîşên hêzên rejîma Baas ên li bajarê Hesekê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîşên hêzên rejîma Baas û pêkanîn komkujiyan li dijî sivîlan hat şermezakirin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re hat xwestin. Her wiha şifaya lezgîn ji birîndaran re hat xwestin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sedema êrîşa di vê demê de û ev tişt hatin gotin: “ Ev êrîş bi taybet piştî rizgarkirina Minbicê pêk hat. Ev lîstokeke siyasî ya qirêj e. Di vê lîstokê de welatên herêmî yên weke Tirkiye û Îran yên ku di warê berjewendiyan de dijberên hev in, lê di mijara dijberiya kurdan û porjeya Sûriya Demokratîk de hevalbend in, beşdar in.”
MSD’ê destnîşan kir ku ev êrîş piştî hevdîtinênên di navbera wan aliyan de pêk hatine û ev tişt dan xuyakirin: “ Ev êrîş piştî hevdîtinên wan aliyan û serkeftina hemleya rizgarkirina Minbicê ji terorê, pêk hatin. Her wiha piştî serkeftinên mezin ên QSD’ê yên li dijî terorê, pêk hatin. Bi dawîkirina DAIŞ’ê li Sûriyê ne ji berjewendiyên hêzên weke Tirkiyê ye, ji ber wê yekê ew dikevin nava van hewldanan. Her wiha Tirkiye niha Fobiya Kurdan jiyan dike.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku li bajarê Hesekê piranî Ereb dijîn her wiha, Kurd, Suryan û Asûrî jî hene, yanî ev êrîşeke li hember hemû pêkhateyan e.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola PDK'ê ya di êrîşan de û ev tişt hatin gotin: "PDK’ê bi riya sorkirina endamên hin partiyan li dijî yên din û organîzekirina meşên li djî Rêveberiya Xweser, ewlehiya li herêmê têk dibe."
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku ev êrîşa li Hesekê bi awayekî hemwext bi êrîşên çeteyên koalisyonê yên li taxa Şêxmeqsûd pêk hat û wiha hat domandin: “ Ev yek nîşan dide ku rejîm û çeteyan di warê dijberiya projeya Sûriya Demokratîk hemfikr in. Ji aliyekî din ve, di mijara bajaroja Ray de, di navbera çeteyên koalisyonê û çeteyên DAIŞ’ê yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digrin, pevguhertin çêbû.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîmê ders ji dîrokê negirtin û wiha hat domandin: “Rejmîn niha hevpeymana Adena ya ku di navbera rejîma Sûriyê û Tirkiyê de pêk hat û Erdogan Beşar weke dîktator bi nav kir. Lê paşê Erdogan ji vê binavkirinê vegeriya û bi Sûriyê re ket nava têkiliyan.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên bajarê Hesekê hat kirin ku li hemberî hişmendiya şovenîst a rejîma Baas, yek dest bin û fêrî rêbazên xweparastinê bibin.
(sa)