DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

AKP'ê paşve gav avêt

 
19 Tebax
09:18 2016

ENQERE (DÎHA) - Hikûmetê di pêşnûmeya qanûna turikî ku anî rojeva meclîsê de guhertin pêk anî. Xalên ku Colemêrg û Şirnexê bikin navçe û qeyyima desteserkirina şaredariyan ji turikê pêşnûneyê derxist.

Îxtîdara AKP'ê heta niha li gorî xwe gelek zagon guhert û îxtîdara xwe xurt kir. Herî dawî xwest bi pêşnûmeya Qanûna Turikî Colemêrg û Şirnexê bikin navçe û bi riya qeyyumê şaredariyan desteser bike. Lê ji ber bertek û nerabûnên gel zêde bû, îxtîdarê di guhertina zagonan de gav paşve avêt. Hikûmeta AKP'ê di pêşnûmeya Qanûna Turikî de guhertin çêkir û xala ku Colemêrg û Şirnexê bikin navçe û xala ku bi riya qeyyumê şaredariyan desteser bike ji pêşnûneya qanûna turikî derxist.

Piştî rexistina HDP'ê bi awayekî tund bertekên xwe anîn ziman û piştre CHP, MHP û AKP jî li ser vê xalê bûn yek û ev 2 xal ji pêşnûnayê derxistin.

Lê her çend 2 xal ji pêşnûmayê hatin derxistin jî, dîsa xalên ku bi hukmê zorê malên şaredariyan desteser bikin, malên welatiyan ên taybet ku li bajarên hatin rûxandin desteser bikin û îstimlak bikin bi dengê AKP, CHP û MHP'ê hat erêkirin.

Di pêşnûnayê de erk û rayeya definkirinê ji bilî şaredariyê dê navendên tenduristiyê û hekîmên karibin biryara definkirinê bidin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN