Yuksekdag: Em Ozgur Gundem in
ENQERE (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, çû serdana şaxa Rojnameya Ozgur Gundemê ya Enqereyê û li wir bangî dewletê kir û got "Bila ew kesên avahiya rojnameyê dagir kirin baş bizanibin, li hemberî wan 24 kes nat, bi milyonan hene. Em Ozgur Gundem in."
Piştî li ser biryara dadgehê Rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin, bertekên li dijî biryarê her ku diçin zêde dibin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, çû serdana berdevkiya rojnamê ya Enqereyê. Li gel Yuksekdag Wekîlên HDP'ê Aycan Îrmez, Bedran Ozturk û Alîkara Hevseroka Giştî Fatma Kurtulan û Alp Altinors jî amade bûn.
Yuksekdag di serdanê de axivî û diyar kir ku ewrên reş ên li ser çapemeniyê nehatine belavkirin, lê pîşeyê herî zehmet jî ragihandin e. Yuksekdag bi lêv kir ku hin kes pir rihet dikarin derbeyê bikin û tangan li kuçeyan bidin gerandin û ev tişt got: "Lê bi heman rengî hin kes ji bo li welat rojnameyekî derxin berdêleke mezin didin."
Yuksekdag di dewama axaftina xwe de serdagirtina Ozgur Gundemê wekî derbe nirxand û wiha pêde çû: "Tiştên ku xweşa desthilatdariya siyasî naçe û rastiya ku tê xwestin bigihê gel têkoşîneke mezin dixwaze. Ozgur Gundem kevneşopiya vê yekê ye. Bi dehan caran xwestin bêdeng bikin, lê her dem gotina xwe gotiye."
Yuksekdag aşkera kir ku bi bêdengkirina Ozgur Gundemê re tê xwestin rehên berxwedana civakî bên kutkirin, lê ev reh dê qut nebin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev reh ew qas mezin bûne ku ne pêkan e bên qutkirin. Ozgur Gundem kevneşopiya çapemeniya azad heta îro anî. Ozgur Gundem em in." Yuksekdag destnîşan kir ku divê ew kesên di ser avahiya rojnameyê de girtin, baş bizanibin, li hemberî wan ne 24 kes, li hemberî wan bi milyonan gel heye dê heta dawiyê li gel Ozgur Gundemê cihên xwe bigirin.
Ji derveyî Yuksekdag Serokê Giştiyê BES'ê Fîkret Aslan û Berdevkê rojnameya Evrenselê yê Enqereyê Cem Gurbetoglu jî çûn serdana Ozgur Gundemê û piştgiriyên xwe dan nîşan.
(ms)