DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Çima HDP'ê di komîsyonê de naxwazin?

 
17 Tebax
09:20 2016

ENQERE (DÎHA) - AKP'ê piştî hewldana darbeyê bi CHP û MHP'ê re tifaq pêk anî û piştî vê yekê jî HDP derveyî xebatên qanûna esasî hat hiştin û xebatên qanûna esasî ya nû hat destpêkirin. Xebatên ku AKP ji bo qanûna esasî ya nû çêdike û kurd û sosyalîstan derveyî vê yekê dihêle referanduma qanûna esasî ya 2010'an tîne hişê mirovan. Wê demê ji ber ku AKP'ê hişyariyên ku BDP'ê wê demê kir guhdar nekir hewldana darbeyê pêk hat, AKP a ku wan rojan şaşîtiyên heyî li ser civakê fers kir îro jî şaşîtiyên nû careke din li ser civakê ferz dike.

Piştî hewldana darbeyê ya ku OHAL a ket dewreyê xwe bi gelek pêkanînên li dijî kurdan û muxalîfan xwe da der. Gelek muxalîf hatin binçavkirin û rastî lêpirsînê hatin, pêkûtiyên li hemberî partiyên kurdan ên wekî DBP û HDP'ê û li dijî sosyalîstan zêde bûn. Ji bo tayînkirina qeyûman a ji bo rêveberiyên herêmî ku bi temamî demokrasiyê ji holê radike jî demeke kurt maye.

Eniya neteweyî fermî bû

Tifaqa ku piştî hewldana darbeyê di navbera AKP, CHP û MHP'ê de hebû fermî bû tifaqa bi navê "eniya neteyewî" bû rêxistinbûnekî dijberî kurd. Piştî ku vî tifaqê HDP derve hişt dest bi xebatên qanûna esasî ya nû kir. Berî jî Komîsyona Lihevkirinê ya Meclîsê ku nûnerên 4 partiyan cih digirt hatibû by-pas kirin û komîsoyan 3 partiyan ji bo qanûna esasî ya 1924'an a ku li ser esasê înkarkirina kurdan rojane kir bi riya "Eniya Neteweyî" ve ketin nava hewldana parvekirina dewletê.

Referanduma 2010'an û ferzkirinên AKP'ê


Bi îxtidara AKP'ê re nayê xwestin ku kurd di nava avakirina sîstemê de cih bigirin lê ev yek ne cara yekem e. AKP ji bo guhertina qanûna esasî guhertinên ku di bin navê "wesayeta leşkerî û ya darazê" bi dawî bibe pêşnûmeya ku amade kiribû wê demê li hemberî BDP'ê pêşnûmeyeke berfireh amade kiribû û xwest mudaxîlî pêvajoyê bibe. Lê CHP û MHP li hemberî vê derketin. BDP'ê hin pêşniyar kir ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd xwest hin xal di pêşnûmeyê de cih bigire. Dîsa BDP'ê hişyariya ku sererastkirinên ku di bin navê bi dawîkirina wesayeta leşkerî û darazê tê kirin dê pirsgirêkê çareser neke bêhtir bibe sedema pirsgirêkan ji ber vê yekê jî pêşniyara "divê tam demokrasî pêk bê" kir. Mînak AKP'ê îdia kir ku bi referandumê bi rakirina madeya 15'emîn wesayeta leşkerî ji holê rakiriye. Lê BDP'ê jî diyar kir ku ev ne bes e û hesabxwestina ji darbekaran xwest. Heta di dawiyê de jî li ser israra DBP'ê Komîsyona Lêkolînkirina Darbeyan hat avakirin lê di esasê xwe de bi darbeyan re hevrû nebû.

Darbeyê BDP piştrast kir

Dîsa AKP'ê bi referandumê ve di HSYK'ê de guhertinên bingehîn pêk anî, Wezîrê DAdgê kir endamê lijneyê. Dîsa rêbaza ku kesên ku ji bo lijneyê bên hilbijatin ji aliyê Serokomar û piraniya meclîsê ya AKP'ê ve bên hilbijartin hat tercîhkirin. BDP'ê wê de xwest ku HSYK saziya darbeyê ya di qanûna esasî yên 1961 û 1982'yan de cih digire ye û bila bê rakirin. Hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê nêrîna BDP'ê piştrast kir û niha bi hezaran dadgerên bi riya HSYK'ê li darazê hatin bicihkirin bi îdiaya "darbekar in" an hatin girtin an jî ji peywir hatin durxistin.

AKP'ê qebûl kir ku Dadgehên Ceza Giran şaş in lê...

BDP'ê wê demê gotibû ku Dadgehên Cezaya Giran berdewama Dadgehên Ewlehiya Neteweyî (DGM) ne û li hemberî vê sereraztkirinê derket. Piştre ev dadgeh di dozên KCK, Balyoz û Ergenekonê de rolek girîng lîstin. AKP'ê ancax piştê 4 salan ev yek fêm kir û di 2014'an de ev dadgeh hatin girtin. Lê karê wan bi dadgehên din ve berdewam kir.

Tiştên ku AKP wekî rast e ferz dike yek bi yek şaş derdikevin

AKP'ê îdia dikir ku wesayeta leşkerî bi dawî kiriye lê bi hin sererastkirinên di referandumê de û di encama vê yekê de ji aliyê artêşê ve hewldana darbeyê pêk hat. 6 salên ku derbas bû nîşan da ku AKP'ê wesayeta leşkerî asteng nekiriye, wesayeta di darazê de tenê dest guherandiye. Ev yek bi hewldana darbeyê ve derket holê. Tiştên ku AKP'ê duh wekî rast li ser civakê ferz kir îro yek bi yek şaş derketin, lê ligel vê yekê jî AKP niha jî nih şaşitiyên din li ser civakê bi riyên nedemokratîk ferz dike û bi riyên nedemokratîk dixwaze bimeşe.

Sibehê: HDP çima dereveyî komîsyonê hat hiştin, HDP'ê li Komîsyona Lihevkirina Qanûna Esasî de çi peşniyar kiribû.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN