DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Em serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin'

 
17 Tebax
09:14 2016

WAN (DÎHA) - Jina bi navê Fîlîz Araci li navçeya Seravê ya Wanê di sala 2004'an de yekane jina salona kuaforê ava kir e, Araci diyar kir ku wê derfetên aboriya xwe bixwe ava kiriye, bang li jinan kir ku ew jî di aliyên aborî de karên xwe bi destên xwe bixin.

Fîlîz Araci berî 12 salan li navçeya Seravê ya Wanê cara ewil salona kuaforê ava kir û ji gelek jinan re derfetên kar ava dike. Aracî yekane jina li navçeyê kuafor vekiri ye, berî ku dest bi vî karî bike, di dikaneke dirûnxaneyê de xebat kar bûye. Araci da zanîn wê piştî li Kûrsa Perwerdeya Gel de sertifîkaya xwe giritye, li Wanê wekî hosta xebatên xwe meşandiye.

Bi sebreke mezin bi ser ket

Araci diyar kir ku ji ber hişmendiya feodalî, destpêkê li bajêr kes nedihat kuaforê, di rojên destpêkê de bi 2-3 lîreyan dikana xwe digirt. Araci got "Ev karekî sebir dixwaze. Bi sebrê gihîşt armancê. Niha kesên tên dikanê zêde ne û karê me jî baş diçe."

Araci herî dawî bang li jinan kir û xwest di aliyê aboriyê de karên xwe bi dest bixin û bi vê riyê xwe mihtacî tu kesî nekin.

(ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN