Turk: Hûn Tirkiyeyê serberjêr dibin
ENQERE (DÎHA) - Di saetên pêşnumeqanûna qayûmê li meclisê dihastin nîqaşkirin de, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li Meclisê bertek nîşanî pêşnûmeqanûnê da û diyar kir ku ev hewldan tasfiyeya rêveberiyên herêmî îfade dike, der barê demokrasiyê de hikûmet hişyar kir.
Di saetên Qanûna Tûrikî li meclisê dihat nîqaşkirin de, hevşaredarên DBP'ê beşdarî komcivîna HDP'ê bûn. Piştî axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ahmet Turk li ser navê şaredariyên DBP'ê axaftin kir.
Turk got "Di salên 1991'an saziyên me bi HEP'ê destpê kir û heta roja meya îro hat. Dem dem partiyên me hatin girtin, lê me tu carî dest ji têkoşîna demokrasiyê berneda. Em ê vê têkoşînê berdewam bikin, dê li dijî otorîteyê bibe bend."
Turk aşkera kir ku derbeyên heta niha hatine kirin bi taybetî kurd hedef hatine girtin û wiha axivî: "Dereya 15'ê Tîrmehê veguherandin derbeya sivîl. Xwestin hemû beşên muxalîf, rewşenbîr, kedkar û hwd. bêdeng bikin. Kurd carke din hedef dan nîşan. Dema tu tabloya îro mêze dikî der barê 12 hevşaredaran de biryara girtinê hatiye dayîn, 41 endamên meclisa me hatine giritn, 37 endamên meclisa şaredariyên me ji peywîrê hatine girtin. Ya rast pêwîsî bi zagona qayûmê tune."
Dixwazin rêveberiyên herêmî têk bibin
Turk bi lêv kir ku rêveberen bi vîna gel hatine hilbijartin ji peywîrê tên girtin û ev jî wekî ji holê rakirina rêveberiyên cewherî şîrove kir.
AKP û CHP hatin hişyarkirin
Turk bang li AKP û CHP'ê jî kir û wiha pêde çû: "Ev qanûnên ku şaredariyên DBP'ê hedef digirin, sibê li dijî şaredariyên CHP'ê jî dibe pêk bên. Sibê desthilatdariyeke ku bê hilbijartin, dê li dijî AKP'ê jî pek bîne."
Turk destnîşan kir ku li welatên demokratîk krîz bi demokrasiyê tên çareserkirin û ev tişt got: "AKP baş dizane dê li tu bajarên kurdan hilbijartinê bi dest nexe. Ji bo wê jî cihên ku sedî 10 jî deng nagire bi riya qayûmê dest datîne ser."
Turk got "Ez dixwazim meclis û hikûmetê şiyar bikim" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Demokrasî ne tenê peyvek e, bê şert û merc ji vîna gel re hurmet dayîn nîşan e."
Turk herî dawî aşkera kir ku riya derketina ji krîzê edalet, aştî û demokrasî ye û xwest dest ji vê hişmendiya yek yekî bê berdan.
(ms)