Hevşaredarên DBP'î: Em ê memûrên ku hûn tayîn bikin nas nekin
AMED (DÎHA) - Hevşaredarên DBP'î li hemberî "Qanûna Tûrikî" ya ku ji bo qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê bên kirin hat amadekirin û dê bê meclîsê nerazîbûn nîşan dan. Hevşaredaran diyar kirin ku ew ê li hemberî pêşnûmeya ku AKP bi awayeke qorsanî îradeya gel desteser bike li ber xwe bidin û dê tu rewabûna memûrên ji Enqereyê bên tayînkirin tunebe û biryarên ku bidin jî dê nas nekin.
"Qanûna Tûrikî" ya ku hikûmeta AKP'ê ji bo şaredariyên DBP'î bê desteserkirin amade kir û ji komîsyonê hat qebûlkirin li bendê ye bê rojeva Civata Giştî ya Meclîsê. Li hemberî vê yekê li Amedê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û hevşaredaran ve nerazîbûn hat nîşandan. Hevşaredarên ku li Kurdistanê bi dengên mezin hatin hilbijartin li hemberî pêşnûmeyê nerazîbûn nîşan dan. Hevşaredarên ku ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin diyar kirin ku ew ê vî qanûnî nas nekin.
Hatîce Çoban: Em ê qebûl nekin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban diyar kir ku yên bi hilbijartinê hatine divê bi hilbijartinê biçin. Çoban anî ziman ku yên ku bi dengên gel hatine hilbijartin bi biryareke navendî nikarin ji peywir bên girtin, ji bo 106 şaredariyên DBP'î tayînkirina qeyûm bi tiştekî demokratîk nîne û tu caran dê vê yekê qebûl nekin.
Çoban wiha axivî: "Li hemberî van nehiqûqiyan tiştên ku em dizanin jî hene. Em berjewendiyên gel li ser hemû tiştan digirin. Em ê li dijî qeyûman bi hevre bisekinin. îradeya ku gel emaretî me kiriye em dikarin emanetî gel bikin. Lê tu caran emanetî qeyûm nakin. Em bang li geê xwe dikin xwedî li îradeya xwe derkevin. Desteserkirina şaredariyan darbe ye. Hewldana darbeyeke nû ye. Niha hevparên bajar çi dibêjin. Divê hemû kes aliyê xwe diyar bike. Hûn alîgirên demokrasiyê ne yan alîgirên darbeyê ne. Ezmûneke nû li pêşiya me hemûyan e."
Konur: Ên ku pirsgirêkê çareser nakin şaredariyan desteser dikin
Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konur jî pêdiviya welat bi demokrasiyê heye di pêvajoyeke wisa de qanûnekî bi vî rengî naye qebûlkirin, xespkirina îradeya gel nerast e, dewlet di pêvajoya ku nikare ji nava pirsgirêkê derkeve desteserkirina şaredariyan tercîh dike.
Konur wiha axivî. "Ev qanûn, qanûna desteserkirina şaredariyên kurdan e. Ji bo partiyên din fikareke wisa tuneye. Ev êrîşa li dijî îradeya gelê kurd e. Di encama Plana Têkbirinê de qanûnekî bi vî rengî hat. Em ê qeyûmên bên tayînkirin nas nekin. îradeya gel bi hilbijartinê dikare bê diyarkirin. Heke pir dixwazin careke din biçin hilbijartinan. Em ê heta dawî li hemberî van bisekinin û biryarên wan nasnekin. Em ê lihmebrî nehiqûqiyê bisekinin. Bi desteserkirina şaredariyan ve nehiqûqî tê ferzkirin. Lê em ê qebûl nekin, heta dawî li ber xwe bidin."
Keser: Em ê emaneta gel heta dawî biparêzin
Hevşaredarê Rêya Armûşê ya Wanê Veysel Keser jî yên ku dibêjin li dijî darbeyan in niha li Kurdistanê hewl didin şaredariyan desteser bikin. Keser bilêv kir ku AKP bi tayînkirinan dixwaze bajarên kurdan birêve bibe û ev qanûn qorsanî ye, ew niha jî ji bo hilbijartineke amade ne. Keser wiha got: "Em ê destur nedin ferasetên darbekar û desturê nedin desteserkirina îradeya gel. Em ê heta dawî xwedî li îradeya gel derkevin. Ev rê rewa nîne. Nêpêkan e ev qanûn bi ser keve."
(sa)