DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Strana ‘Bijî bijî heval Egît’ lehengiya Egît belav kir

 
15 Tebax
10:31 2016

BÊRÎTAN ÎRLAN

AMED (DÎHA)
- Strana “Bijî bijî heval Egît” yekem car di sala 1987’an de li ser bîranîna ji pêşengên PKK’ê û fermandarê ewil ê HRK'ê Mahsum Korkmaz (Egît), li ser daxwaza Rêberê PKK Abdullah Ocalan hat hûnandin û dengê Egît belav kir. Ji ber ku di wan salan de cezayê guhdarkirina stranên kurdî kuştin bû, şirîta bandê hate derxistin û ji aliyê welatpêrêzn ve di nava poşetekê de bi veşartî ket nava axa Bakûrê Kurdistanê.

Yek ji pêşengên PKK û sazûmankarê Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) Mahsum Korkmaz (Egît) di 15’ê Tebaxa 1984’an de berxwedana vejînê bi guleya yekemîn li navçeya Dihê ya Sêrtê teqand û navê gelê kurd ji nû ve di nav rûpelên dîrokê de da nivîsandin. Piştî Egît guleya yekemîn teqand û diroka lehengiyê da nivîsandin, ji wê rojê heta roja me ya îro bi stran û helbestan tê ziman û di nav fikir û ramanê civakê de maye. Yekemîn car strana bi navê “Bijî bijî Heval Egît” ku ji aliyê her kesî ve bi hezkirinek mezin hat guhdarkirin, hêj wek roja ewil di nav gelê kurd de tê guhdarkirin.

Ocalan daxwaz kir Koma Berxwedan vegot

Ev stran li ser daxwaza Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan, ji aliyê hûnermendên Koma Berxwedan ve li Ewropa hat ristin û bû bingehê rêxistina gelê kurd. Ji ber ku stranên kurdî li Bakûrê Kurdîstan û Tirkiye yê qedexe bûn, kesên ku guhdar dikirin, dihatin kuştin kesî nikaribû banda Koma Berxwedan bixe nava sinorên Tirkiye yê. Lê piştî salekî 1987’an de cara yekem band bi awayek qedexe ket nav axa Bakurê Kurdistan. Hunermendê kurd ê ku nexwest navê xwe bide, ji Suudî Erebîstan, band ji hev derxist, şirîta wî xist nava poşetekî û anî Tirkiye yê. Band li Amedê bi sedan car hat kopîkirin û kete nava her mal û kolanên bajarên Kurdistanê. Band bi salan veşartî hat guhdar kirin. Qêrîna ku bi awayek qedexe kete nava axa Kurdistanê, îro di her şahî û serhildanan de belav dibe. Piştî çalakiya Egît bi hezaran zarokên kurd navê Egîd nemir kirin.

Guhdarkirina stranê bû sedema îşkenceyan

Bi sedan kes ji bo guhdarkirina wê qîrê hatin girtin, îşkence li wan hat kirin û kuştin. Lê wê qîrê ewqas bi bandor bû ku tu îşkence, girtin û kuştinê ew ranewestand. Destan hatin nivîsîn, stran hatin hûnandin û li tevayî Kurdistanê belav bû.

‘Stran li ser daxwaza Ocalan hat çêkirin’

Piştî ku Egît jiyana xwe ji dest da, Ocalan ji Koma Berxwedan re nameyek şand û xwest ku Egîd bi stranan bibe dîrok û neyê ji bîrkirin. Koma Berxwedan li ser daxwaza Ocalan, albûma (band) bi navê “Ey Botan” amade kir. Endamê Koma Berxwedan ku strana “Bijî bijî heval Egît” dengekî xweş anî ziman Hozan Seyîdxan diyar kir ku ew bextewerin ku serleşkerê yekem Egît kirine sembol û wiha got: “Piştî şahadeta Egît, Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji me re nameyek ku 15’ê Tebaxê û 28’ê Adarê tê de nirxandî şand. Ji me xwest ku em wê dîrok û Egît bidin jiyîn. Me jî bi derfetên kin jî be stran hûnandin.”

(bg/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN